Têkiliya Necla Kurul carek din ji zanîngehê hat birîn

  • 18:26 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
ENQERE - Ji ber sedema biryara rawestîna birêvebirina li ser îtîraza Zanîngeha Enqereyê hatiye dayîn, careke din têkiliya Hevseroka Giştî ya Egîtîm Senê Prof.Dr. 
Necla Kurul ji zanîngehê hat birîn.
 
Hevseroka Giştî ya Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdê (Egîtîm Sen) Prof. Dr. Necla Kurul  bi biryara dadgehê vegeriya bû peywira xwe li ser îtîraza hatiye kirin carek din têkiliya wê ji zanîngehê hat birîn. 
 
Navenda Giştî ya Egîtîm Senê daxuyaniyek da û diyar kir ku Necla Kurul bi biryara darazê vegeriyabû ser peywira xwe lê ji ber biryara rawestandina birêvebirina piştî îtîraza Zanîngeha Enqereyê carek din têkiliya wê bi awayekî dijhiqûqî ji zanîngehê hatiye birîn. Di daxuyaniyê de hat gotin wê hesabe vê li ber hiqûqê bipirsin.