Rojnameger Evrîm Denîz hat binçavkirin

  • 16:14 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Rojnameger Evrîm Denîz ji bo îfadedayînê çû Qereqola Huzurê, li vir hat binçavkirin. 
 
Nûçegîhana Rojnameya Duvarê Evrîm Denîz ji bo îfadedayînê çû Qereqola Huzurê, li vir hat binçavkirin. Evrîm jî wekî rojnamegerên din Sîbel Yukler, Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û rojnameger Evrim Kepenek bi heman hincetê hat binçavkirin. 
 
Rojnameger ji ber ku nûçeya dozgerê bi navê Mehmet Karababan îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû, hevjîna Mehmet Karababan, Seda Karababan jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî û wan tayîn kirine retwet kirine, hatin binçavkirin.