Parlamenter li dijî buhakirinê meşiyan

  • 15:22 25 Tîrmeh 2023
  • Ramyarî
 
ENQERE - Parlamenterên Partiy Çep a Kesk li dijî buhakirinê heta ber Wezareta Xazîne û Maliyeyê meşiyan.
 
Parlamenterên Partiya Çep a Kesk ji bo balê bikişînin ser krîza aborî, buhabûn û xizaniyê, Heta ber Wezareta Xezîne û Maliyeyê meşiyan. Dema ku polîsan dixwest parlamenteran asteng bikin, bi hinceta "kotaya çapemeniyê" hewl dan ku çapemenî wêneyan nekişîne. Meş li ser israra parlamenteran pêk hat.
 
Parlamenterên ku ji Deriyê Meclîsê yê Dîkmenê derketin dowîzên "Ne ji nan ji qeserê kêm bikin", "Ne ji gewriya me ji kirayan kêm bikin" hilgirtin, dirûşmên  "Ne ji qeserê re ji gel re bûtçee" û "Ne ji şer re ji aştiyê re bûtçeé berz kirin. Parlamenterên li ber wezaretê kom bûn daxuyanî dan
 
'Di nava têkoşînê de werin cem hev'
 
Wekîlê Serokê Koma Partiya Çep a Kesk Saruhan Oruç ku mafê axaftinê girt, diyar kir ku desthilatdariya AKP-MHP'ê di bi rêya hilbijartinê  hilweşînek mezin hişt û bi bîr xist ku wan gelek caran diyar kiriye ku kî were, ew ê neçar bimînin kavilan rakin. Saruhan, anî ziman ku bihabûn encama polîtîkayên çewt ên hikûmetê ye û got, “Em îro ji bo protestokirina polîtîkayên aboriyê û zêdekirina bihayê nan  ku her roj tê kirin û kêmkirina ji sofreya karkeran li vir in. Em bang li sendîka, welatiyan û hemû rêxistinan dikin ku di têkoşînê de bên gel hev. Werin em mafên xwe yên demokratîk ên protestokirinê bi kar bînin. Ger em bi hev re tevbigerin wê demê em dikarin pêşî li vê bihabûnê û polîtîkayên aboriyê yên çewt bigirin. Bêdeng nemînin. Ger em bi hev re vê têkoşînê bidomînin em dikarin bi ser bikevin."
 
Pereyên xwe yên biyanî li ber wezaretê hiştin.
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê, Parlamenteran dowîzên xwe li ber wezaretê danîn û çalakiya xwe bi dawî kirin.