Li Efrînê cenazeyê jinekê hat dîtin

  • 14:11 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li derdora gundê Yazibaxê yê navçeya Şera ya Efrînê cenazeya jineke ciwan a ji biyaniyên ku li Efrînê hatine bicihkirin, hat dîtin.
 
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên ji hundirê Efrînê dane, duh (24'ê Tîrmehê) şêniyên gundê Yazibaxê yê girêdayî navçeya Şera cenazeyê jineke ciwan a bi navê Aya Ehmed Şihêd (25) dîtiye.
 
Hat hînbûna ku jina ciwan a ku kuştî hatiye dîtin ji gundê Xefiyê yê girêdayî bajarokê Xenasir ê gundewarên Helebê ye, lê tu hûrguliyên din der barê bûyerê de nehatin zanîn.
 
Gundê Yazibaxê li nêzî bajarê Ezazê yê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyeyê ye.
 
Dewleta tirk û komên girêdayî wê li dijî xwecihên herêmê û bi taybet jin û zarokan sûcên mîna qetilkirin, tecawizkirin û revandinê pêk tînin. Tenê di mehên gulan û tîrmehê de komên girêdayî dewleta tirk tecawizî 3 zarokên keç ên bi temenên 10, 13 û 14 salî kirin. 
 
Li gorî bîlançoya dawîn a Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, ji destpêka êrişa dagirkeriyê li dijî bajarê Efrînê û vir ve zêdetirî 680 welatî hatine qetilkirin; ji wana 93 kes bi îşkenceyê hatine kuştin. Her wiha zêdetirî 100 jin hatine qetilkirin, zêdetirî 80 jin jî hatin tecawizkirin ku di nav de zarokên keç jî hebûn û zêdetirî 8 hezar û 792 kes hatine revandin.