Zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin

  • 13:35 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Piştî li Çiyayê Sipêrêzê yê Geverê operasyona leşkerî hat destpêkirin, leşkeran çûna bêrîvanan a zozanan asteng kir û şivanekî bi darê zorê birin herêma operasyonê. 
 
Li hin deverên gundên Tiloran’a Jêr, Tiloran’a Jor, Pagê, Mitirban, Meşkan, Mûşan, Kendalok û Wargenima yên bi ser navçeya Gevera Colemêrgê ve duh operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Bi sedan leşker, wesayîtên zirxî û helikopter sewqî zozanên Tajdîn, Sipêrêz, Omerê Dağı, Pagê û Topizava hatin kirin. 
 
Hat diyarkirin ku duh li Çiyayê Sipêrêzê dengên çekan dihat û gelek cerdevan jî sewqî herêmê hatine kirin. 
 
Zozan li bêrîvanan hatin qedexekirin
 
Hat ragihandin ku bêrîvanên li gundê Tiloran xwestin biçin zozanan pezê xwe bidişopin lê leşkeran wan asteng kiriye. Leşkeran li ser bêrîvanan lêgerîn pêk aniye û kontrola nasnameya wan kirine û xwestine bêrîvan çîtikên li ser çavê xwe rakin. Leşkeran ji bêrîvanan re gotiye ku heta fermanek duyemîn çûna zozanan qedexe ye. 
 
Agahî ji şivanan nayê girtin
 
Hat zanîn ku şivanek ku leşkeran li gel xwe biriye herêma operasyonê agahî jê nayê girtin. Şivanê bi navê Şiyar Demîr jî li herêmê bi tenê maye û leşkeran destûr nedaye ku kes biçe hawara şivanan. 
 
Leşkeran li şivanan xistine
 
Gundiyên ku xwestin li hawara şivanan biçin gotin ku leşkeran li şivanan daye. Her wiha hat zanîn ku pezê şivanan li derdorê belav bûye û ji bo gundî pezên xwe berhev bikin jî tên astengkirin. 
 
Kemçe birin herêmê
 
Li aliyê din hat zanîn ku gelek kemçe îro birine herêma operasyonê û ji bo qedexeya li herêma operasyonê hê jî daxuyanî ango biryarek fermî nehatiye ragihandin.