Hinceta binçavkirina rojnamevanan nûçeya tayînkirina dozger û dadger e

  • 12:15 25 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
ÎZMÎR - Hat zanîn ku rojnameger bi hinceta ku nûçeya tayînkirina dozger û hevjîna wî ya endama şandeya dadgehê ku îdianameya 18 rojnamevanan amade kiribûn û darizandin, belav kiriye hatine binçavkirin. 
 
Di çarçoveya operasyonek ku Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatiye destpêkirin, polîsan vê sibehê bi ser mala nûçegihanê ajansa Mezopotamyayê (MA) Firat Can Arslan, Delal Akyuz û rojnamevan Sîbel Yukler de girt. Hat zanîn ku bi hinceta parvekirinên li ser medyaya dijîtal hatine binçavkirin. 
 
Li Amedê dozgerê bi navê Mehmet Karababan îdianameya 18 rojnamegerên kurd amade kiribû. Hevjîna Mehmet Karababan, Seda Karababan jî dadgerek ku endama şandeya dadgehê bû ku li doza 18 rojnamevanan dinêhirî ye. Cihê wezîfeya dozger û hevjîna wî ya dadger hatibû guhertin û derbarê vê de nûçe hatibûn çêkirin. Ji ber ku ev nûçe hatiye retwetkirin, rojnameger hatin binçavkirin.