3 rojnameger hatin binçavkirin

  • 11:32 25 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
ENQERE - Nûçegihanên MA'yê Firat Can Arslan, Delal Akyuz û Rojnamevan Sîbel Yukler di çarçoveya lêpirsîneke li Amedê de di serdegirtina mala xwe de hatin binçavkirin.
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve hat destpêkirin de, polîsan bi ser mala nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Delal Akyuz, Firat Can Arslan û Rojnamevan Sîbel Yukler de girt.
 
Rojnamevanên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê.