Di civînên gel de bal kişandin ser tecrîdê

  • 20:40 24 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyên ku beşdarî civîna gel bûn, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dan û gotin ku divê hîn bêtir bibe rojev. 
 
Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), civînên xwe yên gel didomînin. 
 
Riha
 
Di vê çarçoveyê de li navçeya Hewag a Rihayê civîna gel hat lidarxistin. Civîn li avahiya HDP'ê ya navçeyê hat lidarxistin. Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay jî di nav de gelek welatî tevlî civînê bûn. Beriya civînê deqeyek rêz ji bo kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane hat girtin. Piştî rêzgirtinê Ebru axivî. Ebru malavayiya beşdaran kir û got: "Dê her rexneyek we bê qeydkirin û em ê nîqaş bikin. Dê tu rexne û pêşniyazek we berba nebe. Ji bo me avakirina siyaseteke demokratîk ji hilbijartinan pir girîngtir e. Lewma rexne û pêşniyazên we ji bo me pir girîng in." 
 
Bal kişandin ser tecrîdê
 
Beşdaran diyar kirin ku HDP û Partiya Çep a Kesk ji siyaset gel dûr ketine û divê siyaseta Kurdistanê pêş bikeve. Welatiyan bal kişand ser tecrîda li Îmraliyê jî û gotin: "Em bi saya felsefeya birêz Abdullah Ocalan têk naçin û em ê têk neçin." Paşê ciwanekî destnîşan kir ku demildest divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û û divê li meclisê bêtir bibe rojev. 
 
PIştî axaftinan Ebrû Gunay got ku dê rexneyan esas bigirin. 
 
Amed
 
Li navçeyên navendî Peyas, Rezan, Yenîşehîr û Sûrê yên Amedê jî civînên gel hatin lidarxistin. Parlementerê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Omer Ocalan, Hevberdevka PArtiya Çep a Kesk a Amedê Pinar Sakik Tekîn, endamê Lijneya Rêveber a Navendî ya Partiya Çepên Kesk Cahît Kirkazak, endamên MED-DER, MEBYA-DER û DBP'ê û gelek welatî tevlî civînan bûn. 
 
Parlementerê Rihayê Omer Ocalan ku di civînê de axivî, anî ziman ku dê partî bi gel re hebe. Omer destnîşan kir ku ew partiya gel in û got: "Divê em hev rexne bikin û car din dest pê bikin." Paşê welatiyan rexneyên xwe û pêşniyazên xwe anîn ziman û gotin ku demildest divê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe. 
 
Colemêrg
 
Bi beşdariya Parlementera Partiya Çep a Kesk a Colemêrgê Oznûr Bartin, Parlementerê Partiya Çep a Kesk ê Bedlîsê Huseyîn Olan û rêveberên partiyê li taxa Baglar a Colemêrgê jî serdana esnafên pîşesaziyê hat kirin. Di serdanan de esnafan kêmasiyên di hilbijartinê de rû dane bi lêv kirin. 
 
Şandeya partiyê paşê çû serdana rêxistinên civaka sivîl û malbatan kir.