Xwebûn bi manşeta 'Lozana nû bi vîna gelan pêkane' derket

  • 09:02 24 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 188’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lozana nû bi vîna gelan pêkane” derket. 
 
Hejmara 188’emîn a rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Lozana nû bi vîna gelan pêkane” derket. Rojnameyê di manşeta xwe de bi nivîs û nûçeyên ku çêkiriye bal kişandiye ser Peymana Lozanê. 
 
Di vê hejmara xwe de rojnameyê bi giranî cih daye nivîsên der barê Peymana Lozanê de. Her wiha di surmanşetê de jî rojnameyê cih daye hevpeyvîna ku bi aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Xecê Şen re der barê rojên wê yên li Azadiya Welat de hatiye kirin. 
 
Di rûpela jinê de der barê komxebata jinan a ku ji aliyê TJA’yê ve li Amedê hatibû lidarxistin de nûçeanalîzek hatiye amadekirin. 
 
Di rûpelê 3’yan de jî li ser rewşa dawîn a li Mexmûrê û cotkarên bakurê Kurdistanê hatiye rawestandin. 
 
Di rûpelê 6’an de jî nivîskarên rojnameyê bal kişandine ser lûtkeya NATO’yê û serdana Erdogan a welatên Kendavê.