ROJEVA 24'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 24 Tîrmeh 2023
  • Rojev
*Hevseroka Egîtîm Sen a Rihayê Ozlem Ulutaş Şengul, piştî perwerda bî hev re ji nîqaşê re hatiye vekirin mudaxaleya li jiyana perwerda zarokên keç nirxand û da zanîn ku pergala perwerdê ji tarîkat û cemaetan re hatiye hiştin û li dijî xetereyan divê têkoşîn bê dayîn. DÎMEN HEYE
 
*Hevberdevka Yekitiya Ekolojiyê Halîme Şarman der barê şewata daristan û tunekirina qadên daristanê de nirxandin kir û got: “Di qadên daristanan de em dibînin ku desthilatdarî û muxalefet di hevekariyê de ne. Yek ÇED’a wê dide ya din ruhsatê.” DÎMEN HEYE
 
*Kovara Jin a di meha adarê de bi hedefa ku dengê jinan bide bihîstin derket ser rê, ji aliyê her kesî ve eleqeyek mezin dibîne. Edîtora kovarê Esma Kaya Ceylan da zanîn ku hewl didin bi reng û dengê jinê nexşerêyeke di jiyanê de pêşkêşî jinan bikin û wiha got: “Berdewamkirina vê kovarê berdewamiya tevgera jinê ye. Jinên li bersivê digerin ligel me bin em ê hîn bêtir xurt bibin.” DÎMEN HEYE
 
*Têkildarî sedemîn salvegera Peymana Lozanê ya ku kurd wekî peymana qirkirin û tunehesibandina kurdan pênase dikin jinên endamên PYD'ê nêrînên xwe anîn ziman. Jinan bal kişandin ser xalên girîng û wiha gotin:"Em ê bi fikir û pergala Neteweya Demokratîk, têkoşîna jinên kurd vê peymanê têk bibin. Jinên kurd li hember polîtîkayên Peymana Lozanê li berxwe dan. Ev berxwedan wê dewam bike."
DÎMEN HEYE
 
*Mamosteya reqsê Bêrîvan Sakin der barê qursên havînê yên Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê de axivî û got: “Civak bi çanda xwe, xwe heyî dikin. Bila malbat bi hestiyar tevbigerin û zarokên xwe bişînin qursan.” DÎMEN HEYE