ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 23 Tîrmeh 2023
  • Rojev
*Hevberdevka Komîsyona Astengdaran a HDP’ê Hatîce Betul Çelebî bal kişand ser pirsgirêkên astengdaran û got: “Jinên astengdar du caran newekhevî lê tên kirin. Her têkoşîna azadiyê bi têkoşîna kirdeya xwe dikare heyî be. Di têkoşîna ku astengdar ne kirde bin de têkoşîn ne pêkan e bi ser bikeve.” 
 
*Di 115’emîn sala Roja Têkoşîna ji bo Azadiya Çapemeniyê de rêxstinên pîşeyî û rojnamegeran diyar kirin ku heqîqet tê reşkirin û got riya azadiya çapemeniyê di têkoşîna hevpar de derbas dibe. DÎMEN HEYE
 
*Dildara EŞÎK’ê Ozgul Kapdan li dijî polîtîkayên dijiminê jinê yên desthilatdariyê banga têkoşînê kir û got jin li dijî polîtîkayên desthilatdariyê di nava şer de ne. DÎMEN HEYE
 
*Dîroknas Ayşe Hur der barê Peymana Lozanê de got: “Em li duyemîn sedsala Lozanê binêrin. Tiştên ku divê em bifikirin didin pêş me. Di çend sedsalî de wê gav hebin, ew jî wê dem nîşan bide.” DÎMEN HEYE