Li Dêrikê civîna gel: Divê gel namzedan diyar bike

  • 08:32 23 Tîrmeh 2023
  • Rojane
MÊRDÎN - Welatiyên ku beşdarî civîna gel a li Dêrikê bûn diyar kirin ku divê namzet ji aliyê gel ve bên diyarkirin.
 
Welatiyên ku beşdarî civînên gel ên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li taxên Kale û Tepebax ên navçeya Dêrikê ya Merdînê bûn, nûner, rêveber û parlamenterên partiyên siyasî rexne kirin.
 
Welatiyan rexne kirin ku navenda partiyê guh nade gel, diyar kirin ku divê namzet ji aliyê gel ve bên hilbijartin û pêşniyar kirin ku di hilbijartinên herêmî yên bê de di vî warî de baldar bin. Welatiyan tekez kirin ku divê tifaqên Kurdistanî bên berfirehkirin û ji bo vê yekê xebatên berfirehtir bên kirin.