Wesayîta ku karkerên çandiniyê dibir qeza kir

  • 19:57 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
AFYON - Wesayîta ku karkerên çandiniyê dibir qulipî û di encama qezayê de 6 karkerî jiyana xwe ji dest dan û 8 kes jî birîndar bûn.
 
Li nêzî gundê Pinarkaya ya navçeya Çay a Afyonkarahîsarê mînîbusa ku karkerên çandiniyê dibir quliqî şarampolê. Di qezayê de 6 kesî jiyana xwe ji dest dan 8 kes birîndar bûn. Yên birîndar bûn rakirin nexweşaneyên Afyonkarahîsar û Konyayê.