Li Nevşehîrê jinek û keça wê hatin qetilkirin

  • 19:02 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Nevşehîrê mêrê bi navê Y.T, jina bi navê Z.T ku pê re di asta destberdanê de bû û keça wê H.T qetil kir.
 
Li Avanos a Nevşehîrê mêrê bi navê Y.T, jina pê re di asta destberdanê de bû Z.T û keça wê H.T qetil kir. Hat diyar kirin ku jin û keça xwe li Avanosê li betlanê li otelê bûne. 
 
Li ser îxbara xebatkarên otelê ekîbên tenduristî û polîsan sewqê otelê hatin kirin. Ekîbên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê tespîtkirin ku jinê û keça xwe jiyana xwe ji dest dane.