Dayikên Aştiyê çûn şîna Xemê Akdogan

  • 16:13 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
WAN - Dayikên Aştiyê yên Amed, Êlih, Îzmîr, Tetwan û Wanê çûn şîna endama Dayikên Aştiyê Xemê Akdogan û li vir peyama domandina têkoşîna Xemê dan. 
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan (85) di 7'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da. Xemê 15 rojan li Navenda Tipê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yil (YYU) dihat dermankirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Amed, Êlih, Îzmîr, Tetwan û Wanê çûn şîna Xemê Akdogan. 
 
Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê di şînê de diyar kirin ku dê têkoşîna Xemê bidomînin.