Konferansa dîrokî ya li Lozanê dest pê kir

  • 15:11 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye derbarê di sed salên dawîn de tiştên hatine serê Kurdan û bandora vî tiştî ya li ser sedsala pêş a Kurdan, konferansek tê lidarxistin.
 
Salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê ya ku di sala 1923'an de li Lozanê ya ku paytexta Swîsreyê ye, bi pêşengiya Îngiltere û Fransayê bi dewleta Tirk re hat îmzekirin û Kurdistan kir 4 parçe, bi çalakiyên ji aliyê KNK'ê ve tên protestokirin. Konferansa ku wê di çarçoveya çalakiyan de bê lidarxistin û wê 2 rojan berdewam bike û mijarên cuda bên nîqaşkirin, li Salona Kongreyê ya Beaulieu (Salle de Congrès de Beaulieu) a Lozanê dest pê kir.
 
Konferansa ku 600 kes beşdar bûn bi deqîqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştî silavkirina beşdaran, li ser navê Komîteya Amadekar Leyla Îmret û Refîk Gafur, Hevserokên KNK’ê Ahmet Karamûs û Zeyneb Murad têkildarî hedef û armancên konferansê daxuyanî dan.
 
Bal kişand ser îradeya hevpar
 
Ahmet Karamûs destnîşan kir ku girîng e gelê Kurd di salvegera 100’emîn a Peymana Lozanê de encamên vê peymanê li vir binirxîne û destnîşan kir ku gelê Kurd 100 sal in li hemberî vê peymanê li ber xwe daye û li dijî encamên vê peymanê îradeyeke mezin nîşan daye. Ahmet bal kişand ser girîngiya konferansê û diyar kir ku wê li ser navê gelê Kurd îradeyek derkeve holê.
 
Hevseroka KNK'ê Zeyneb Mûrad diyar kir ku gelê Kurd 100 sal in li hemberî vê peymanê li ber xwe daye û bal kişand ser polîtîkayên qirkirin, komkujî û tunehesabinadin yên di vê sedsalê de li ser gelê Kurd tê meşandin.
 
'Em dixwazin li vir bi Kurdan re rûpeleke nû vekin'
 
Şaredarê Lozanê Gregore Jupond jî mafê axaftinê girt û diyar kir ku di sala 1923’yan de li vî bajarî peymanek hatiye îmzekirin û ev yek bingehê neheqiyeke mezin a li hemberî Kurdan e. Şaredar got “Em dixwazin li vir bi Kurdan re rûpeleke nû vekin. Em dixwazin vî tiştî li bajarê xwe bibêjin. Mafê gelê Kurd heye ku weke gelên din bijî.” Gregore Jupond diyar kir salona ku di sala 1923'yan de Peymana Lozanê lê hatiye îmzekirin jî kirine muze.
 
Piştî axaftina Şaredarê Lozanê, konferans bi sînevîzyona li ser Peymana Lozanê domiya.
 
‘Sedsala 21’ê sedsala jinê ye’
 
Hevseroka PYD’ê Asya Abdûllah anî ziman ku Peymana Lozanê destpêka qirkirinên ku li dijî gelê Kurd hatin kirin e û wiha got: “Li dijî Peymana Lozanê 100 sal in kedek mezin, têkoşîn û berxwedan hat meşandin. Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber yên di vê têkoşîna azadiyê pêşengî ji gelê Kurd re kirine û şehîd bûne, bi bîr tînim. Sedsala 21’ê sedsala jinê ye. Sedsala 21’ê sedsala gelên din ên ji bo gelê Kurd û pêşeroja wê, têdikoşin in. Sed sala ku me li pey xwe hiştî, sedsaleke ku ji bo Kurdan dersên dîrokî wê werin derxistin. Li cihê ku mafên gelê Kurd lê hatine înkarkirin, berxwedan heye. Têkoşîn heye. Rêber Apo ku di vê sedsalê de girîngiyek mezin daye têkoşîna gelê Kurd û pêşengî ji têkoşîna Kurdistanê re kiriye, 50 sal in li dijî Peymana Lozanê li ber xwe dide. Têkoşîneke mezin meşand. Hem ji bo Kurdistanê hem jî cîhanê. 25 sal in li Îmraliyê têkoşîn tê meşandin. Têkoşîna li Îmraliyê tê meşandin li dijî zilmê ye. Em berxwedan û têkoşîna Rêber Apo silav dikin.”
 
Hevserokê KONGRA GEL’ê Remzî Kartal jî îşaret pê kir ku beriya 100 salan Kurdistan hatiye parçekirin û ev tişt got:
 
“Gelên me ji mafên wan bêpar hiştin. Ez li ser navê gelê xwe hemû welatên ku ev peyman îmze kirine, şermezar dikim. Hemû şehîdên Kurdistanê ku di sedsala borî de ji bo gelê Kurd serî hildan û di vê têkoşînê de jiyana xwe ji dest dan, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Gelê me ji bo van peymanan ne amade bû. Xaka me parçe kirin. Gelê me parçe kirin. Gelê me ji hemû mafên wê bêpar hiştin.”
 
Bingehê hemû siyasetên tên meşandin, Lozan heye. Lozan dîsa Enfal e, Helebce ye û Şengal e. Li Rojavayê Kurdistanê kemera Ereb e. Li Bakur Plana Şark Islahat e. Li Rojhilat îdama Qazî Mûhammed û komkujiya Mahabadê ye.”
 
Hevserokê PJAK’ê Siyamend Mûînî jî got ku ji ber Peymana Lozanê Kurd rastî qirkirina erdnîgarî û fîzîkî hatine. Siyamend anî ziman ku peyman 100 sal in li dijî gelê Kurd esasê qirkirinan çêkiriye û destnîşan kir ku divê gelê Kurd li dijî vê yekê li hemû qadan bibe yek deng û li ser bingehê neteweyî têkoşîna xwe bigihîne asteke nû.