Xizmên Windayan li aqûbeta Mesud Dundar pirsîn

  • 12:33 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û Xizmên Windayan, di çalakiya hefteya 754' emîn de li aqûbeta Mesud Dundar ê ku hat qetilkirin, pirsîn.
 
Xizmên Windayan û rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 754’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Xizmên Windayan, endam û rêveberên ÎHD’ê, tevli çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan. Vê hefteyê li aqûbeta Mesud Dundar ê ku hat qetilkirin hat pirsîn.
 
Endamê Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz serpêhatiya qetilkirina Mesud Dundar xwend.
 
'Ji bo flamayên kesk û sor û zer 3 caran binçav kirin'
 
Firat di destpêkê de anî ziman ku Mesut Dundar li navçeya Şirnexa Cizîrê dijiya û ji ber ku di zarokatiya xwe de menenjîtê derbas dike  jiyana xwe wek berasteng derbas dike. Firat diyar kir ku Mesud di çalakiyên ku li Cizîrê pêk hatine de ji ber flamayên kesk û sor û zer 3 caran hatiye binçavkirin, bi îşkenceyên mezin re rû bi rû maye û Firat wiha axivî: " Di Tîrmeha 1992'yan de Asayîşa Cizîrê bi ser mala Mesud digirin û ji sedema ku Mesud bibin nexweşxaneya Xarpêtê ya derûnî, Mesud û bavê wî bi hev re dibin. Piştre Mesud radizînin nexweşxaneya Cizîrê. Lê belê Mesud ji tirsa xwe ji paceya nexweşxaneyê davêje. "
 
'Ji bo lawê xwe teslîmî leşkeran bike gef lê tê xwarin'
 
Firat daxuyand ku leşker û bavê Mesud 3 rojan li wî digerin, lê belê nayê dîtin û leşker 3 rojan li bavê Mesud îşkenceyek mezin dikin. Firat destnîşan kir ku leşker gef li bavê Mesud dixwin ku bila Mesud bibîne û bîne cem wan. Firat wiha dirêjî da axaftina xwe: " Bavê Mesûd ji ber soza ku dide tê berdan. Mesud her rojê li malbata xwe digere û di heman demê de leşker jî her roj bi ser malbatê de digirin. Rojekê leşker bi ser malê nagirin û Mesud jî li malbata xwe nagere û malbat jî difikirê ku leşkera Mesud girtine. "
 
'Piştî demekê bi awayekî qetilkirî tê dîtin'
 
Firat diyar kir ku di 6'ê Îlona 1992'yan de laşê Mesud Dundar li cem aşava ji gundê Avgîzê bi awayekî qetilkirî tê dîtin. Firat da xuyakirin li gorî gavanên ku bûyer dîtine, yên ku Mesud anînê cihê bûyerê 3 kesên bi çek û yek jî leşker bûye. Firat wiha dom kir: " Leşkerên ku tên ser cenazeyê Mesud, laşê wî bi erebeya zirxî girê didin û kaş dikin.”
 
'Mirovahî tê kaşkirin'
 
Firat  balkişand ser  Rojnameya Ozgur Gundema ku di 6’ê Mijdarê ya sala 1992’yan de bi manşetek ‘mirovahî tê kaşkirin’ hatibû rojevê û destnîşan kir ku ev manşet di hişê civatê de tim cih girt. Firat wiha got: " Ji ber îşkenceyek mezin di laşê Mesud de birînên giran dîtin. Piştre cenazeyê wî didin malbata wî. Ji bo înfazkirina Mesud dozger, ifadeya malbata wî nagire û tenê polîsê ku Mesud û bavê wî dike binçav, pirsa ‘ dijminê we hebû?’ dike.
 
'Bila kujer bên darizandin'
 
Firat nîşan kir ku malbata Mesud di 13'yê Îlona 1994'yan de li Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê serlêdanek nivîskî dike û piştî vê serlêdanê jî Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê di 12'ê Nîsana 1996'an de îfadeya malbatê digire. Firat gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Ev îfadegirtina dozgeriyê jî ji ber sedema ku doza Mesud Dundar biribûn AÎHM'ê ye. AÎHM di sala 2015'an de ji ber doza Mesud Dundar, Tirkiyeyê ji sedema 'binpêkirina mafê jiyanê' mehkûm dike. Em tu carî van hevalên xwe yên ku hatine qetilkirin ji bîr nakin û tim emê li aqubeta wan bipirsin. Bila winda bên dîtin û bersûc bên darizandin."
 
Piştî daxuyaniyê di şexsê Mesud de ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.