Dayikên Şemiyê: Hiqûq tune ye, makezagon tune ye

  • 12:08 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
STENBOL - Meşa Dayik/Mirovên Şemiyê û serokên baroyan a ber bi Qada Galatasarayê ve hate astengkirin. Polîsan gelek kes kirin binçavan. Dayikên Şemiyê bertek nîşanî êrişan dan û wiha gotin:"Hiqûq tune ye, makezagon tune ye." 
 
Dayikên/Mirovên Şemiyê ji bo pirsîna aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û darizandina faîlên wan, di hefteya 956’an de jî li Qada Galatasarayê hatin bahev û çalakiya xwe li dar xistin. Dayikên şemiyê bi qûrnefîlên di destê wan de ber bi qadê ve meşiyan. Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo qedexeya li Qada Galatasarayê biryar a “binpêkirinê” dabû lê tevî vê yekê jî çalakiya Dayikên Şemiyê tê astengkirin. Dayikên Şemiyê 16 hefte ne dest ji Qada Galatasarayê bernedan. 
 
16 serokên baroyê, parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Stenbolê Ozgul Sakî, endamê Lijneya Rêveberiya Navendî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mûsa Pîroglû û parlamenterê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Ahmet Şik vê hefteyê tev li çalakiya Dayikên/Mirovên Şemiyê bûn. Girseya ku li ber Baroya Stenbolê hate bahev, xwest ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşe, lê polîsan biryara “qedexeyê” ya Qeymeqamtiya Beyoglûyê weke hincet nîşan dan û destûr neda girse bimeşe.
 
Polîsan Dayikên Şemiyê dorpêç kirin
 
Pêşiya qadê bi bariyerên polîsan hate girtin. Polîsan girseya ku li ber Baroya Stenbolê ya li ser Cadeya Îstîklalê dorpêç kir û meşa wan asteng kir. Çalakvanan bi îşaretên serkeftinê bertek nîşanî dorpêçê dan. 
 
Li rojnamegeran dan
 
Polîsên ku kedkarên çapemeniyê ji qadê dûr xistin, li rojnamevan Fatoş Erdogan dan û bi erdê re kaş kir. Pişt re polîsan destê gelek kesan kelemçe kir û kirin binçavan. Dayikên/Mirovên Şemiyê li ser hesabê xwe ya twîtterê bi van gotinan bertek nîşanî astenkirina çalakiya xwe dan: “Hiqûq nîne, destûra bingehîn nîne, azadiya kombûnê nîne. Tundî heye, binçavkirin heye, kelemçe heye.”
 
24 kes hatin binçavkirin
 
Navên kesên di çalakiyê de hatine binçavkirin wiha ne: “Sevîl Tûrgût, Asli Saraç, Hanîfe Yildz, Mîkaîl Kirbayir, Îkbal Eren, Îrfan Bîlgin, Alî Ocak, Meryem Bars, Hasan Karakoç, Alî Tosûn, Masîde Ocak, Besna Tosûn, Eren Keskîn, Gulseren Yolerî, Leman Yûrtsever, Îsmaîl Yucel, Nazim Dîkbaş, Ozge Efe Bakirci, Meryem Goktepe, Hatîce Onaran, Huseyîn Aygul, Hunkar Yûrtsever, Salîm Derelîoglû, Umît Efe.”