Shakila Monfared dê ji bo emeliyatê sewqî nexweşxaneyê bê kirin

  • 12:01 22 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî Shakila Monfared ku li Girtîgeha Evînêrê ragirtin û di girtîgehê de pirsgirêka kîsikê zirav dijî, piştî ku demeke dirêj êş kişand ji bo tedawîkirinê dê irô sewqî nexweşxaneyê were kirin.
 
Xwişka girtiya siyasî Shakila Monfared ku di girtîgeha Êvînê de girtî ye Ashkan Monfared, duh 21’ê Tîrmehê roja înê li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand Shakila Monfared ji bo emeliyeta kîsike zirav dê sewqî nexweşxaneyê bê kirin û wiha got: "Shakila Monfared dê 22’yê Tîrmehê sewqî nexweşxaneyê bê kirin û 1’ê Tebaxê roja dermankirin û roja yekşemê 1ê Tebaxê bê emeliyatkirin. Ez hêvî dikim piştî esareta sê salan, dê hinek êşên kişand kêm bibe.”
 
Ashkan Monfared beriya çend rojan ragihandibû, tevî ku 5 milyar Tûmen pere dane jî rayedarên girtîgehê Shakila Monfared ji bo emeliyata kîsike zirav şewqî nexweşxaneyê nekirine.
 
Shakila Monfared di Îlona 2020’î de dema ji mala xwe ya li Tahranê derdiket ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û birin yek ji navendên binçavkirinê yên Saziya Îstixbarata Muhafizên Şoreşê.
 
Shakila Monfared ji aliyê dadgeha Şoreşa Tahranê ve bi sûcdariya “li dijî pergalê propagandayê û heqereta li dijî pîrozbahiya Îslamê” mehkûmê 6 sal cezayê girtîgehê û 4 meh neçarî di karê çandiniyê de karkirin hat kirin. Lê ev ceza ji aliyê 36’emîn Şaxa Dadgeha Bilind a Tahranê ve ji bo 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat guhertin.