Apro Dîrîl bi muebedê hat cezakirin

  • 15:34 21 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
ŞIRNEX - Di daneşîn biryarê ya doza derbarê kuştina Şîmonî Dîrîl de, Apro Dîrîl bi muebedê hat cezakirin û bersûcên din jî serbest hatin berdan. 
 
Li gundê Mehrî yê girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê Hurmuz Dîrîl (71) û Şîmonî Dîrîl (65) ên hevjînên hev di 11 çileya 2020’an de winda bûbûn. Cenazeyê Şîmonî Dîrîl piştî windabûna wê  bi 70 rojan hate dîtin. Têkildarî kuştina Şîmonî Dîrîl derbarê Apro Dîrîl, Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi îşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” doz hate vekirin. 
 
Danişîna 6’emîn a dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê hate lidarxistin. Di danişîna bi tespîta nasnameyan dest pê kir de bersûcê girtî Apro Dîrîl û parêzerên her du aliyan amade bûn.  
 
Şandeya dadgehê piştî parastinên hatin kirin derbarê bersûc Apro Dîrîl de bi sûcên “Kuştina bi hestên hovane an jî bi îşkenceyê” û “Kuştina bi plankirî” cezayê hepsê yê muebedê birî û derbarê Behçet Oztûnç û Îsmaîl Yildiz de jî biryara beraetê da. 
 
Serokê Baroya Şirnexê û parêzerê malbata Dîrîl Rojhat Dîlsîz diyar kir ku dê biryara hatiye dayîn bibin dadgeha jortir û anî ziman ku wê têkoşîna xwe ya hiqûqî bidomînin. Dîlsîz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Di pêvajoya darazê ku faîlên esas ên ji Apro Dîrîl re bûn alîkar neyên aşkerekirin de wê têkoşîna me ya hiqûqî bidome.”