Girtiya nexweş Fatma Ozbay ne tê dermankirin ne tê tehliyekirin

  • 09:09 21 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Girtiya nexweşa pençeşêra memikan Fatma Ozbay a 25 sal in girtiye û li girtîgeha Şakranê tê girtin ne tê berdan ne tê dermankirin. Parêzerên Fatmayê da zanîn ku tecrîda li girtîgehan giran bûye û divê têkoşîn bê domandin.
 
Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan roj bi roj giran dibin û bi raporên Saziya Tipa Edlî (ATK) ên wekî ‘dikarin girtî bimînin’ girtiyên nexweş nayên berdan û înfaza wan tê şewitandin. Li gorî daneyên ÎHD’ê yek ji girtiyên nexweş a giran Fatma Ozbay e.
 
Jiyanek surgunkirî…
 
Fatma di 1965’an de li gundê Sûrbexanajorê yê Bazida Agiriyê hat dinê û 5 xwişk û bira ne. Di 1998’an de li Şirnexê hat binçavkirin û 36 sal ceza lê hat birîn. Fatma surgunê Amed, Mîdyad, Bayburt, Erzirom û Şakranê kirin. Fatma li Girtîgeha Tîpa T ya Şakrana Alîagayê dimîne.
 
Nayê dermankirin
 
Di 2018’an de teşhîsa pençeşêrê lê hat kirin. Heman salê emeliyat bû û 4 nodul jê tên girtin. Lê tevî rîska ku pençeşêr li malzarok, hestî û kezeba reş belav bibe heye jî  ji bilî fîlm, 8 seans kemoterapî û radyotepreî tu dermankirin nehat kirin. Fatma tevî nexweşiya giran ne tê berdan ne tê tehliyekirin. Fatma 25 sal in girtiye û tevî hemû nexweşiyan têkoşîna xwe didomîne. 
 
Parêzerên girtiya nexweş a giran Fatma Ozbay a 59 salî  di serî de der barê Fatmayê û der barê dijhiqûqiyên li girtîgehê de ji JINNEWS’ê re axivîn. 
 
‘Girtîgeh bûne cihê pirsgirêkan’
 
Parêzerên Fatmayê diyar kirin ku di alî şandina pirtûk, rojname û weşanan de pirsgirêk tên jiyîn û got: “Pêkanînên kêfî, aktîvîteyên civakî, sewqkirina nexweşxaneyan bi pirsgirêk in.  Xwedîbûnek baş, dan û standina ji kantînê bi pirsgirêk e. Girtîgeh bûne cihê pirsgirêkan. Girtîgeh westandin û cihê acizîyê ye.”
 
Tîpên tecrîdê
 
Parêzerên Fatmayê destnîşan kir ku girtiyên jin bi gelek binpêkirinên mafan re tên rû hev û girtiyên siyasî her tim bi polîtîkayên çewisandinê re tên rû hev. Parêzeran wiha got: “Li girtîgehan tecrîdeke giran tê meşandin. Her tîp girtîgeh, tîpên tecrîda nû ne. Tişta jê re dibêjin înfaz di esasê de îzolasyon e.”
 
‘Em mafên xwe bigirin’
 
Parêzer da zanîn ew ê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî lê anî: “Hiqûqa heyî li ser pêkanîna maf hatiye avakirin. Yek ji bandora hiqûqa giştî ev e ku alava îdeolojîk û ço ye. Ji ber vê hiqûq bi alî ye. Aydê çîn yan jî koma deshtilatdariyê ye. Salona dadgehê, dozger dadger, parêzer heye lê edalet tune ye. Ji bo girtiyên 30 sal in girtîne lijneyên îdarî biryaran didin. Hiqûqa dijmin pêk tînin. Lê em ê têbikoşin û mafên xwe bigirin.”