Li Amedê bihayên kirê welatî bê mal hiştin

  • 09:04 21 Tîrmeh 2023
  • Ked/Aborî
AMED - Li Amedê ji ber bihabûna kirêyan pirsgirêkên mezin tên jiyîn û welatî diyar dikin ku di nava şerên siyaseta li Tirkiyeyê de tune dibin.
 
Li Tirkiye û Kurdistanê krîza aborî ya giran dibe bandorek mezin li ser mirovan kir. Demên dawî de kirêyên xaniyan ku her diçin biha dibin rê li ber pirsgirêkên mezin vedikin. Xwediyên xaniyan ku bi bihayên mezin dixwazin xaniyan bidin kirê, kesên di xaniyê wan de ne  bi zorê derdixin û zextan li welatiyan dikin. Welatiyên li gorî butçeya xwe xanî nabînin neçar dimînin bihayên mezin qebûl bikin.
 
Ji ber pirsgirêkên zêdebûna kirêyan sînorkirin anîn. Di sererastkirina hat kirin de wiha hat gotin "Navbera 11’ê Hezîrana 2022'yan û 1’ê Tîrmeha 2023’yan de di peymanên nû de ji bo kesên kirê de di ser ji sedî 25’an de wê zem neyê kirin." Lê piştî vê hinek xwediyên xanî ev têr nedît û ji zema navberên. 
 
Cihê îlanên xaniyan îlanên hevalên malê girt
 
Yek ji bajarên herî zêde pirsgirêka kirê tê jiyîn Amede. Di sîteyên îlanên xaniyên kirê de xaniyên li gorî butçeya welatiyan tunene û êdî ne îlanên ‘xaniyên kirê’, ‘hevalên malê’ cih digirin. Xaniyekî  2+1 yê sobe 2 hezar 750 ye. Li Peyasê xaniyekî 1+1 û bi sobe mehane bi 6 hezar û 900 TL didin kirê. Ji ber vê kes xanî nabînin.
 
Ji bo çareserkirina pirsgirêkê sererastkirina navbeynkariyê hat avakirin. Di vê pergalê de kesên di kirê de û yên didin kirê heta serî li navbeynkar nedin nikarin dozê vebikin. Ger ku bi navbeynkar pirsgirêk neyê çareserkirin wê doz bê vekirin.
 
Me der barê piyasa kirê ya Amedê de ji ofîsên emlaqê yên bajar agahî girtin.
 
‘Em ji ber şerên siyasetê tune dibin’
 
Kesê ku karê emlaqê dike da zanîn ku sedema zêdebûna kirêyan ji ber dolare û bi taybet piştî erdhêjê ev pêk hatiye û got: “Her çiqas zêdebûn ji ber erdhêjê bin jî em dizanin ku sedem ne erdhêje. Di erdhêjê de pir welatî bê xanî man. Neçar man xaniyan kirê bikin. Lê xwediyên xanî ev veguhertin derfetê. Biha zêde kirin. Bêguman erdhêj jî sedeme lê sedema vê zêdebûna dolare. Em di her alî de di zirarê de ne. Jİ ber şerên siyaseta desthilatdariyê em tune dibin.”
 
Kesekî din yê ew jî karê emlaqê dike destnîşan kir ku destê wan de xaniyê firotinê mane û yên kirê tune ne û got: “Piştî erdhêjê destê me de xaniyên kirê neman. Ji ber erdhêj û dolar kirê 3-4 kat zêde bûn. Tevî vê mirov neçar man kirê bikin.”
 
‘Ez jiyaneke neçar hatime hiştin dijîm’
 
Welatiyekê jî wiha vegot: “Ez bi mûçeyên asgarî debarê dikim. Li xaniyê kirê digerim. Kirê li aliyekî ez nikarim debara xwe bikim. Nikarim hewcedariyên xwe bigirim. Li gorî taxan biha diguhere. Xaniyên 1+1  ji 2 hezar û 500’î destpê dikin. Ez di xaniyê ku dixwazim de najîm. Ez di xaniyên ku neçar hatime hiştin de dijîm.”