Divê kujerên komkujiya Zaxoyê bên cezakirin

  • 09:02 19 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser Komkujiya Zaxoyê ku hat kirin re salek derbas bû. Komkujiya ku bi destê arteşa Tirkiyeyê  pêk hat de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 23 kes jî birîndar bûn û heta niha jî  kûjerên komkujiyê nehatine cezakirin.
 
Di 20’ê Tîrmeha 2022’yan de, li seyrangeha gundê Perexê ya li navçeya Zaxoyê ku girêdayî bajarê Duhokê yê başûrê Kurdistanê ye devleta Tirk bi êrîşên hewayî bombebaran kir. Di bombebarana hat kirin de 9 sivîlên Ereb ku ji bo betlanê hatibûn herêmê piraniya wan jin û zarok hatin qetilkirin û 23 kes jî birîndar bûn. 
 
Dewleta Tirk di sala 22’yê Tîrmeha 2015’an de heta niha gelek êrîş û sûîkast li başûrê Kurdistanê pêk anîn. Yek ji van êrîşan jî komkûjiya Zaxoyê ye. Gundê Perexê yê ku bi destê artêşa Tirk  hat topbarankirin li herêma Heftanînê ye. Her wiha kîlometreyek û nîv dûrî sînorê Tirkiyê ye û li wir baregeheke mezin a leşkerî ya Tirkiyeyê ya Kiryareş heye. Herêmeke bi giranî  di bin kontrola leşkerên Tirk de ye. Dewleta Tirk ev çend sal in li ser esasê siyaseta tunekirinê  li Başûrê Kurdistanê, Rojava û Bakurê Kurdistanê gelêk sivîl qetil kirine.
 
Sersariya herêmê wê dike hevakrên komkujiyan 
 
Li Başûrê Kurdistanê gelek hêzên taybet, komando û çawîşên pispor ên Artêşa Dewleta Tirk hene û bi rehetî li herêmê digerin. Piştî komkujiya Zaxoyê Parlamentoya Iraqê du caran li ser mijarê civînên taybet lidarxistin, herwiha Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê jî civiya û raporên xwe radestî Wezareta Parastinê û Wezareta Karên Derve ya Iraqê kirin. Herwiha şandeyek leşkerî bi serokatiya cîgirê Fermandariya Operasyonên Hevbeş yên Iraqê Ebdulemîr Şemarî re serdana Dihokê kirin û li ser komkujiya li Zaxo lêkolînan kirin. Lê belê  Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bilî daxuyaniyekê, tu helwestek nîşan neda. Parlamentoya Herêma Kurdistanê bi tenê carekê jî derbarê komkujiyê de neciviya û li dijî Komkujiyê bê helwest ma. Ev bêhelwestbûn û sersarîbûna Parlamentoya Herêma Kurdistanê jî pêşiya van êrîş û kumkujiyan vedike û wê dike hevparên van êrîşan.
 
'Komkujiya ku bi eqlek bîrdar pêk tînin'
 
Wezarê Derve yê Iraqê Fuad Hisên wê demê bi rêya telefonê bi Wezîrê Brîtanya yê ji bo kar û barê Rojhilata Navîn Amande Milling re axivîbû.  Amande anîbû ziman ku civaka navnetewî ji bo komkujiya li Zaxo, li benda lêkolînên Hikumeta Iraqê ye.
 
Kujer û yên ku komkujî plan kirin nehatin ceakirin 
 
Li gor belgeyên Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) Buroya Amadekariyê ya Başûrê Kurdistanê, tê diyar kirin ku ji sala 2015’an heta niha di êrîşên ku desthilatdariya AKP li Başûr pêk anîne de 112 kesên ku di nav de zarok û jin jî hene jiyana xwe ji dest dane. Ev komkujiya Zaxoyê jî wek Komkjiya Robozîkê tê diîtin ji ber ku ji wê jî tu ceza li kûjer û kesên ku komkujî plankirine nehatiye birîn.
 
Dîrok ji bo kurdan dubare dibe. Heta ku kujer û kesên li pişt van komkujiyan neyên cezakirin ev Komkujî û êrîş bi dawî nabin.