ROJEVA 19'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 19 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
* Parlamentera Partiya Çep a Kesk Tûlay Hatîmogullari, têkildarî civîna NATO'yê nirxandinan kir û got: "Erdogan feraseta 'Bila kurd dayika xwe nebînin' didomîne, ji bo ku kurd li Tirkiye, Sûriye û Rojava statuyekê bi dest nexin, tawîzên cuda dide NATO’yê. Ger Tirkiye dixwaze destê xwe di NATO'yê de xurt bike bila deriyên Îmraliyê veke." BI DÎMEN 
 
* Jinan bal kişandin ser girîngiya têkoşîna jinan a di Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de û diyar kirin ku şoreş teşe dide têkoşîna jinên cîhanê. BI DÎMEN 
 
*Parlamentera Partiya Çep a Kesk Gulderen Varli tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ev 28 meh in tu agahî jê nayê girtin û anî ziman ku tecrîd li her derê bi taybet li girtîgehan belav bûye û divê sazî û rêxistinên navneteweyî bêdeng nemînin. Gulderenê  got ku divê Wezareta Dadê û rayedar jî  derbarê mijarê de bi berpirsyariya xwe rabin û xwest dawî li polîtîkayên xwe yên tecrîdê bînin. DÎMEN HEYE
 
*Di ser Komkujiya Zaxoyê ku hat kirin re salek derbas bû. Komkujiya ku bi destê arteşa Tirkiyeyê  pêk hat de 9 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dan û 33 kes jî birîndar bûn û heta niha jî  kûjerên komkujiyê nehatine cezakirin. DÎMEN HEYE
 
*Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol derbarê pêvajoya darizandinê ya Qetlîama Pirsûsê de axivî û got: "Zextên li hemberî malbat û parêzeran dê bendewariya li hemberî pêkanîna edaletê qels neke û em ê têkoşîna xwe mezin bikin." BI DÎMEN 
 
* Endama Têkilî û Tifaqên Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, diyar kir ku Şoreşa Rojava ji 7 salî heta 70 salî civakê bi rêxistin kir û got: "Sedsala 21’emîn asta têkoşînê ya jinan zêdetir daye pêş, divê em bi pêşengtiya jin ev destkeftiyên ku di nava 11 salan de bi şoreşê hatî bi dest xistin, bi ser bixînin." BI DÎMEN