Li Wanê binpêkirina mafên girtîgehan hat aşkerekirin

  • 15:26 18 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
WAN - Baroya Wanê, OHD, ÎHD û TUHAY-DER, têkildarê binpêkirina mafan ên li girtîgehên Serhed û Deryaya Reş raporek amade kirin û banga bi dawî kirina wan pêkanînan kirin. 
 
Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD), Baroya Wanê, Komeleya Şaxa Mafê Mirovan (ÎHD) a Wanê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re  (TUHAY-DER), rapora binpêkirina mafan ên di girtîgehên ên herêmên Serhet û Deryaya Reş tên jiyîn aşkera kir. Parêzerên Komîsyona Girtîgehê ya Baroya Wanê û OHD’ê serdana girtîgehên Tîpa T ya Bafra, Tîpa S ya Kavak a Samsûnê, Tîpa L ya Espiye ya Gîresûnê, Tîpa T ya Beşîkduzu ya Trabzonê, Tîpa M ya Baybûrtê, Tîpa H ya Erziromê, Ewlekariya Bilind a 1 û 2 ya Dûmlû ya Erziromê, Tîpa L ya Rîze û Tîpa T ya Oltû ya Erziromê kir, hat zanîn ku li van girtîgehan binpêkirinên mafan zêde tên jiyîn.
 
Daxuyanî li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroya Wanê hat dayîn û ji hêla rêvebira OHD’ê ya Şaxa Wanê Sîmîn Atabay ve hat xwendin. 
 
‘Girtî sewqê nexweşxaneyê nayên kirin’
 
Sîmîn, diyar kir ku girtî û mehkûmên ku daxwaza sewqê li nexweşxaneyê kirine gelek dereng sewqî nexweşxaneyê tên kirin û li hin girtîgehan jî sewq nayên kirin û wiha got: “Her çend dereng be jî li hin girtîgehan sewqê nexweşxaneyê tên kirin. Lê ji ber ku ji aliyê rêvebiriyên girtîgehan ve girtî lêgerîna dev re rû bi rû dimînin û her wiha bi kelepçeyê mûayene tê kirin vê pêkanîna li dijî rûmeta mirovahiyê qebûl nakin û naçin nexweşxaneyê. Di raporê de girtiyên ku navên wan diyarin ji ber ku pêkanîna lêgerîna dev a ku ji aliyê cendirmeyan ve tê kirin, qebûl nekirine nebirine nexweşxaneyê.”
 
Binpêkirina mafên girtiyan 
 
Sîmîn, destnîşan kir ku di serdanên wan ên li hemû girtîgehan de hatiye ragihandin ku kotaya 3 an jî 10 pirtûk ku bidin girtiyan heye, li hin girtîgehan  pirtûkên kurdî nayên dayîn û û wiha behsa binpêkirina mafan kir:  
 
“* Di raporê de li girtîgehên ku me anîne ziman de rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgun nayên dayîn. Her wiha kanalên ku weşanên mûxalîf dikin nayên vekirin. Nameyên ku tên şandin nayên dayîn û carna jî nameyên ku tên dayîn, tên sansûrkirin. Bi taybetî jî nameyên kurdî bi hinceta kesekî ku tercûme bike tune ye, nadin girtiyan.
 
* Di gelek girtîgehan de xwarinên ku tên dayîn girtiyan têr nakin û gelek kêm tên dayîn. Her wiha di hin girtîgehan de xwarinên ku tên dayîn ji ber gelek xirabin nayê xwarin. Tiştên ku di kantînan de tên firotin gelek biha tên dayîn. Şert û mercên hîjyenîk nayên pêkanîn. Girtî ji ber tiştên di kantînan de gelek bihane nikarin tiştan bistînin. Girtiyên ku rewşa wan di nebaşe jî destûr nayê dayîn ku pêdiviyên xwe bi rêya girtiyên din pêk bînin.
 
* Her wiha di serdanên girtîgehan de ji ber pandemiyê qûrs, kargeh, werzîş hwd. hatibûn qedexekirin, lê ligel ku pandemî xilas bûye jî ev bernameyên wan hîn qedexe ne. Bi tenê mehê carê destûr tê dayîn ku futbolê bilîzin. Kargeh, wêne û qûrs hatine rakirin.  
 
* Girtiyan da zanîn ku mafê wan ê hevdîtina bi dîmen a bi rêya telefonê destnûr nayê dayîn bikar bînin û daxwazên wan tên redkirin. Lê belê mehkûmên edlî û yên din vê mafê dikarin bikar bînin.
 
* Di serdanê de hat gotin ku di mehekê de gelek caran lêgerîna qawişê tê kirin. Bi hinceta li  tiştên qedexe digerin di dema lêgerînê de odeyên wan tên belavkirin.”
 
‘Divê qedexe bên rakirin’
 
Sîmîn, di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser girtiyên nexweş û wiha pê de çû: “Bi taybetî jî ji bo girtiyên nexweş divê şert û mercên tedawiyê bên pêkanîn. Di dema sewqkirina nexweşxaneyan de divê dawî li lêgerîna dev û mûayeneya bi kelepçekirî bînin. Ji bo girtî di şert û mercên girtîgehê de civakî bibin, di dema înfazê de ji têkiliyên civakî divê qut nebin û ji bo tenduristiya laş û derûnî çalakiyên qada hevpar girîng in. Bi taybetî girtiyên li Girtîgehên Ewlekariya Bilind tên girtin, ji bo tenduristiya xwe ya bedenê û derûnî divê tecrîta civakî ya demdirêj a bêdem re rû bi rû neyên hîştin. Di pêvajoya ku bi pandemiyê re dest pê kir de, nebûna çalakiyên qada hevpar a girtiyan bû sedem ku şert û mercên tecrîdê yên girtiyan girantir bibe. Her çend metirsiya pandemiyê kêm bibe û tedbîrên li her derê hatine girtin werin rakirin, divê qedexeyên li girtîgehê jî bên siskirin û rakirin.”
 
Rewşa girtiyên nexweş
 
Sîmîn, anî ziman ku Enes Bîlgen ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Bafrayê ye pirsgirêkên wî yên gurçikê hene, hema bêje her şev radibe, vedireşe, bi zorê dixwe û di van çend mehên dawî de pir lawaz bûye. Sîmîn, wiha dawî li axaftina xwe anî: “Gelek girtiyên nexweş pêkanînên li dijî rûmeeta mirovan re rû bi rû dimînin û sewqî nexweşxaneyan nayên kirin. Ev yek li dijî qanûnê ye.”