Dê destkeftiyên Şoreşa Rojava biparêzin

  • 09:07 18 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Gulîstan Şahîn
 
QAMIŞLO - Hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Huriye Şemdîn salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê pîroz kir û got: "Ev şoreş bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Gelê ku bi hezaran salan zilim û zor dît, îradeya xwe bi vê şoreşê re derxist holê. Loma ev şoreş bû şoreşa gel û bi taybet şoreşa jinê. Em ê jî destkeftiyên şoreşê biparezin."
 
Şoreşa 19’ê Tirmehê bi pêşengiya gelê Rojavayê Kurdistan û Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat ku îro bi şoreşa jinê tê nasîn. Ev 11 sal in li ser şoreşê dibore û gel bi saya projeya netewa demokratîk karîbû şoreşa xwe mayin de bikin. Di nava vê şoreşê de gelek destkeftiyên mezin hatin bi destxistin ku îro ev destkeftî hemû bi destê gel û jinan tê bi rê ve birin. Îro hemû pêkheteyên ku li ser van axan dijîn dikarin bi çand, ziman û nasnameya xwe bijîn. 
 
Têkildarî salvegera 19’ê Tirmeh Hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Huriye Şemdîn nêrînên bi ajansa me JINNEWS'ê re parve kir.
 
‘Gel desthilatdariyê qebûl nekir’
 
Huriye, di destpêkê de diyar kir ku ew ji ber zilim û zordariya desthilatdaran rizgar bibin şoreş pêk anîn û wiha got: “Ev 11 sal in şoreşa gelan li Rojavayê Kurdistan-Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat. Ev şoreşa ku destpê kir bi pêşengtiya gel û jinan pêk hat. Di nava van salan de gelek guhertin û veguhertin pêk hat. Gelê ku desthilatdarî û bindestî qebûl nekir rabûn serhildanê. Di nava 11 salan de gelek destkeftî hatin bi dest xistin. Her wiha li kêleka wê jî me gelek şehîd jî dan. Em şehîdên xwe bi minetdarî bi bîr tînin. Destkeftiyên ku me bi dest xist ku ne bi hesanî bû. Ev yek daxwaza gel bû ku êdî nema desthilatdariyê qebûl dikir. Dixwastin mafê xwe yê rewa ew bi xwe wek mirov pêk bînin. Hemû pêkhateyên Sûriyê tevlî vê şoreşê bûn. Îro jî projeya Rêber Apo ya Rêveberiya Xweser li ser wê dijî. Em dixwazin weke netewa kurd, ereb, suryan bibin xwedî maf, îrade û proje. Ji ber me dixwast em di bin zilim û zordariya desthilatdaran xilas bibin.”
 
‘Ev şoreş şoreşa gel û şoreşa jinan e’
 
Huriye, destnîşan kir ku şoreşa gelan li ser van axên pîroz pêk hat û wiha domand: “Ev şoreş bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Gelê ku bi hezaran salan zilim û zor dît, îradeya xwe bi vê şoreşê re derxist holê. Loma ev şoreş bû şoreşa gel û bi taybet şoreşa jinê. Ev gel û jin bi fikir û felsefeya Rêber Apo ve girêdayî ne û daxwaza wan riya azadî, wekhevî, heqîqet û îradebûn bû. Şoreş pîroz e û dê berdewam bike ji ber gelê vir têkoşînvan û berxwedanvan e.”
 
‘Rêveberiya Xweser bi destê gel tê bi rê ve birin’
 
Huriye Şemdîn di axaftina xwe de wiha bal kişand ser destkeftiyên ku hatine bi destxistin: “Ji xwe bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re avabûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk destkeftiyek herî mezin e ku îro gel bi saya vê projeyê xwe bi rêxistin dikin û xwedî li mafê xwe derdikevin. Hemû gel di sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de cihê xwe digirin û pir çandî esas digire. Rêveberiya Xweser bi destê gel hate avakirin loma xizmetê gel tê kirin. Saziyên dewletê ji bo desthilatdariyê tê avakirin, her ku em mijarê rêxistina gel ava dikin ew jî vala derdikeve. Niha hemû beşên jiyanî, civakî, siyasî, çandî li ser van axên pîroz hatine avakirin.”
 
‘Herkes berê xwe da şoreşa jin û gelan’
 
Hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Huriye diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şoreş li vir hate avakirin û wiha got: “Ji bo Rêber Apo, Rêberê Gelan e projeyek ji bo hemû gelan pêşkeş kir. Projeya me li ser esasê demokratîkbûnê hatiye avakirin ku gel xwe bi xwe bi rê ve dibe û bandora şoreşa me li tevahî cîhanê kir. Çavê herkesî li vê projeyê ku şoreşa gelan çawa pêk hat. Gelek kesên di cîhanê de hatin û şoreşa gelan dîtin û projeya me naskirin. Her wiha xwestin esasê serkeftina şoreşa me çiye û xwestin fikir û felsefeya Rêber Apo ji nû ve nas bikin.”
 
‘Netewa demokratîk hemû pêkhateyan anî li gel hev’
 
Huriye hembêzkirina gelan ji şoreşê re wiha anî ziman: “Ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistan û projeya Rêveberiya Xweser di tevahî cîhanê de hemû netewan anî li gel hev û li ser esasê fikra azad û wekhev. Ev projeya yekem e ku hemû pêkhate li gel hev in û bi hev re kar û xebat dimeşin. Ji komînê heta meclîsan hemû pêkhate cihê xwe têde digirin û bi hev re vê projeyê bi ser dixînin. Hemû netew xwesteka berdewam kirina şoreşê teqez dikin û dixwazin projeya gelan serbikeve.”
 
‘Şoreşa jin bi ser dikeve’
 
Huriye di axaftina xwe de wiha behsa rola jinan di nava şoreşê de kir: “Rêber Apo vê şoreşê bi navê şoreşa jinê nirxand. Şoreş şoreşa jinê ye û bê jin ev şoreş bi ser nakeve. Loma gelek sazî, rêxistin, tevger û dezgehên xweser hatine avakirin. Her wiha rêxistinek mîna Kongra Star hate avakirin ku bi rehendên xwe hemû beş û jinan hembêz dikin. Her wiha jin û mêr wekhev cihê xwe di pergala Rêveberiya Xweser de digirin. Jina ku hatibû tepisandin, îro gelek pêşengtî dike û îradeya wê derketiye holê. Di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de bi hezaran şehîdên jin hebû ku heta roja îro bi saya wan karê me serdikeve. Elbet zehmetî hene, lê di encamê de serkeftinek pir mezin hatiye bi dest xistin. Guhertin û veguhertinên ku hatin çêkirin pir mezin bû. Îro jin ne qalike, îro îradeye. Îro qanûn û mafê wê di hemû cihan de heye.”
 
‘Em şoreşê li Rêber Apo û şehîdan pîroz dikin’
 
Huriye herî dawî salvegera 11’emîn a şoreşa 19’ê Tirmehê pîroz kir û wiha bi dawî kir: “Di serî de em vê şoreşê li Rêber Apo, şehîdan û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Her wiha em îro şervanên ku li axa Başurê Kurdistanê şer dikin û li ber xwe didin pîroz dikin. Hemû gelên ku îro dixwazin bibin xwedî maf em pîroz dikin. Em ji vê şoreşê re dibêjin an serkeftin, yan serkeftin, derveyî wê rê ji me re nîne. Em ê her li ber xwe bidin û projeya xwe bi ser bixînin. Bi Mazlûm Doxan destpêkir û heta niha ev rê dewam dike. Em herî dawî jî hemû şehîdên xwe bi bîr tînin û em dibêjin em ê xeta wan bidomînin.”