Jinên Helebê li dijî tecrîdê bang li raya giştî kirin

  • 09:04 18 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Li dijî tecrîdê li Şêxmeqsûd a Helebê kon hat vedan. Jinên ku tevlî çalakiya konvedanê bûn gotin: "Em li dijî tecrîdê bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî tecrîdê xwedî li helwest bin." 
 
Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û ji 2 salan zêdetir e tu agahî jê nayên girtin. Her wiha di çarçoveya şermezarkirina nameyên gefxwarinê yên ku Dewleta Tirk dane Rêberê PKK'ê Abdulalh Ocalan de, Kongra Star bi kordîneya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi dirûşma “Bi giyanê berxwedana Îmraliyê, em dê têkoşînê mezin bikin û tecrîdê bi dawî bikin û dagirkeriyê têk bibin ji bo ku azadiya Rêber Apo misoger bikin” di 15'ê tîrmehê çalakiya konvedanê li dar xist. Kon li qada Cibênat a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê hat danîn. Endamên saziyên sivîl û partî tevlî çalakiyê bûn.
 
Jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê axivîn.
Bang li CPT'ê kir
 
Rêvebera Komîngeha Pakrewan Şîlan Kobanê Fatme Ebdo, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya konvedanê û got: "Bi çalakiya konvedanê em hewldidin ku bi hemû awayî piştgiriya serokê xwe bikin. Li hember vê yekê êdî Dewleta Tirk bi her awayî êriş dibe ser Gelê Kurd. Ji bo vîna Gelê Kurd bişkîne serî li rêya cuda dike. Bi nameyên gefa kuştinê li Rêberê PKK`ê Abdullah Ocalan dikin. Dixwazin me tune bikin. Em bang li tevgerên xwe ya dîblomasî dikin ku li dijî wan yekan bikevin nav tevgerê."
 
Fatme, diyar kir ku bang li tevgerên siyasî dikin ku têkiliya xwe bi Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) daynîn û da ku zextê li Dewleta Tirk bike ku tecrîdê ji holê rakin. 
 
Li dijî tecrîdê bang li raya giştî ya cîhanê kir 
 
Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Cîhan Birîm jî li hemberî tecrîda li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anî ziman û got: "Em tecrîda li ser rêberê xwe ya ku 25 sal in tê meşandin şermezar dikin. Di heman demê de em tu agahî jê nagirin. Li dijî tecrîdê divê çalakî bên li dar xistin. Her wiha ji me çi were xwastin em her dem amede ne. Ji ber ku rêberê me rêya ronahî û azadiyê ji bo me vekir. Bi fikr û ramanê rêbertiyê û her wiha bi berxwetana wî Gelê Kurd dengê xwe li tevahiya cîhanê belav kir."
 
Cîhan jî di dawiya axaftina xwe de li dijî tecrîdê bang li tevahiya raya giştî ya cîhanê kir û got: "Em dixwazin derbarê rewşa rêberê xwe de agahiyek bigirin."