ROJEVA 18'Ê TÎRMEHA 2023'YAN

  • 09:00 18 Tîrmeh 2023
  • Rojev
 
*Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Rihayê Senem Erîş di salvegera Şoreşa Rojava de axivî û diyar kir ku dîroka jinan li Rojava hatiye nivîsandin û çavkaniya serhildana "Jin jiyan azadî" ya îro li Rojhilat û Îranê Şoreşa Rojava ye. BI DÎMEN 
 
*Bi taybetî di demsala havînê de avzêya ku li Wargeha Penaberan a Mexmûrê heyî ji bo zarokan bûye cihê lîstok û avjeniyê. BI DÎMEN 
 
*Li dijî tecrîdê li Şêxmeqsûd a Helebê kon hat vedan. Jinên ku tevlî çalakiya konvedanê bûn gotin: "Em li dijî tecrîdê bang li raya giştî ya cîhanê dikin ku li dijî tecrîdê xwedî li helwest bin."BI DÎMEN 
 
*Rojnamegerên jin ên kurd xeyala Şîlan Aras bi vekirina ajans, radyo, televizyon, kovar û rojnameyên jinan pêk anîn û çîrokên jinên kurdistanî yên nivco mayî temam dikin.  
 
*Hevseroka Meclîsa Bajarê Qamişlo Huriye Şemdîn salvegera şoreşa 19’ê Tirmehê pîroz kir û got: "Ev şoreş bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo pêk hat. Gelê ku bi hezaran salan zilim û zor dît, îradeya xwe bi vê şoreşê re derxist holê. Loma ev şoreş bû şoreşa gel û bi taybet şoreşa jinê." BI DÎMEN 
 
*Yasemîn Boyraz a ku Dayika wê Bahar Nazligul Boyraz di qetlîama li Pirsûsê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin de jiyana xwe ji dest da di 8'emîn qetilkirina dayika xwe de got,"Ez li baxçeyê Amarayê mam. Em malbat 88 sal jî derbas be em ê lêgerîna xwe ya edaletê dewam bikin. Piştî 8 salan ez ê cara yekê li Amarayê bim û bang li herkesî dikim ku tevli bîranîna wê li Halîtagayê bê kirin bibin."BI DÎMEN