Li bajaran civînên gel

  • 21:11 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Di civînên gel ên li Qoser, Nisêbîn, Serkêkaniyê û  Êlihê ji aliyê Partiya Çep a Kes û HDP^ê ve hatin li darxistın de di rexneyên ji aliyê gel  ve hatin kirin hat diyarkirin ku divê îradeya gel bê naskirin.
 
Partiya Çep  a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) piştî hilbijartinan bi dirûşmeya “ji nû ve avakirin” hevdîtinên xwe didomînin.
 
Êlih
 
Partiya Çep a Kesk û HDP di çarçoveya hevdîtinan de li Êlihê bi gel re hatin cem hev. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, endamên PM'ê yên HDP, DBP'ê, Hevşaredarên Êlihê Songul Korkmaz, Mehmet Demîr, Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Dayikên Aştiyê, HDP, DBP, Partiya Çep  a Kes tevli bûn. Li navçeyên Hezo, Qûbin, Heskîf, Kercews û Sasonê jî civînên gel hatin lidarxistin. Di civînan de beşdaran rexne û pêşniyarên xwe anîn ziman.
 
Rexne hatin kirin
 
Di civînê de ku perspektîfên çawaniya avakirina pêvajoya pêş de hatin pêşkêşkirin, rexneyên hatin kirin hatin nirxandin. Dema hate rexnekirin ku di xebatên rêxistinkirinê de pasîf in, hate rexnekirin ku di hilbijartina namzetan de gel esas nayê girtin û namzet di çarçoveyek teng de hatine hilbijartin. Tevî zext û zordariya li girtîgehê, nebûna tora têkoşînê ya têrker, negihîştina azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, berdewamkirina tecrîdê di nava mijarên rexnekirinê de bûn.
 
Daxwaz hatine kirin
 
Beşdarên ku banga avakirina meclîsên gel li şûna biryarên navendî û avakirina tora têkoşînê ya bi beşdariya gel kirin, destnîşan kirin ku divê xebatên di vî warî de bên lezandin.
 
Mêrdîn
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Çep a Kesk li navçeyên Qoser, Nisêbîn yên Merdîn û gundê Dirbêsiyê ên Qoserê civîneke gel li dar xistin. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna aştî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane destpê kir.
 
Komîsyona namzetan hat rexnekirin
 
Civîna ku li salona dawetê ya Qoserê pêk hat, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê Kamuran Tanhan û rêveberên partiyê û welatî jî amade bûn. Di civîna ku pêvajoya hilbijartinê hat nîqaşkirin de welatiyan komîsyona namzetan rexne kirin û diyar kirin ku divê bi raya giştî bişêwirin.
 
Tifaq hatin rexnekirin
 
Civîna ku li salona konferansê ya li avahiya Rêxistina HDP'ê ya Nisêbînê pêk hat, bi beşdariya welatiyan û rêveberên partiyê, Parlamenterê Partiya Çep a Kesk a Mêrdînê George Aslan û endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê pêk hat. Di civîna ku malbatên girtiyan tê de amade bûn, xebatên hilbijartinê yên Navenda Giştî ya HDP'ê, helwestên wan ên di vê pêvajoyê de û tifaqên wan hatin rexnekirin.
 
Rexne ji gel ji bo partiyan
 
Welatiyan di civînan de xebat, rêveber û xebatkarên partiyê rexne kirin û diyar kirin ku partî xwe ji gel dûr xistiye, divê bi gel re tevbigerin û di pêvajoya namzetiyê de jî îradeya gel pêk bînin.