Li Şehbayê panela li ser Şoreşa Rojava

  • 16:44 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Jinan a PYD`ê li herêma Şehbayê bi boneya salvegear Şoreşa 19`ê Tîrmehê panelek li dar xist û di panelê de wiha hat gotin: "Şoreşa me ku xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Dê daxwazên gel ên azadî û demokrasiyê bi ser bikevin."
 
Meclisa Jinan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şaxê herêma Efrînê bi boneya salvegera 11`emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê li Kampa Serdem a li navçeya Ehdas a herêma Şehbayê panelek li dar xist.
 
Panela ku bi dirûşmeya "Bi rihê jinên berxwedêr û vîna gelên şoreşger, em ê asta Şoreşa 19' ê Tîrmehê bilind bikin" hatî lidarxistin, bi dehan endamên PYD`ê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên li herêmê beşdarê bûn. Di panelê de piştî rêzgirtinê, Berdevka PYD`ê Sureya Mistefa axivî.
 
Sureya diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê şoreşa ge  e û wiha dom kir: “Gel ji sifrê dest pê kir û xwe di nava şoreşê de bi rêxistin kir. Ji bo wê jî zemîna civakî xurt kir û sazî ava kirin. Di serî de Gelê Kurd, ji bo pêkhateyên herêmê bi zimanê dayîkê perwerdeyê bibînin gav hatin avêtin.”
 
Sureya bal kişand ser rola jinan di Şoreşa Rojava de û got: “Jin bingeha Şoreşa Rojava bûn û di nava şoreşê de gavên mezin avêtin. Jinan bi rêya vê şoreşê xwe nas kir. Di vê pêvajoyê de jî ji bo xwedîderketina li destkeftiyên şoreşê ji jinan tê xwestin ku xebatên xwe xurttir bikin. Ev derfeteke dîrokî ye, divê em vê derfetê baş bi kar bînin.”
 
Piştî axaftina Sureya, li ser heman mijarê nîqaşên beşdaran pêk hatin 
 
Di nîqaşan de hat diyarkirin ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku gelên herêmê tê de gelek destkeftî bi dest xistin, li hemberî siyasetên Lozanê ku sedsaliya xwe temam dike bûye bersiv û hat gotin: “Şoreşa me ku xwe dispêre fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan berdewam dike. Gel girêdayî pêkanîna armancên xwe ye. Dê daxwazên gel ên azadî û demokrasiyê bi ser bikevin.”