Kongra Star: Dê destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê mezin bikin

  • 16:37 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kongra Star bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir “Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû ronahiya azadiyê û hêvî da gelên bindest, jinan jî di her aliyê jiyanê de xwe bi rêxistin kir."
 
Meclisa Kongra Star bi minasebeta Şoreşa 19’ê Tîrmehê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: 
 
"Bi xwedîderketina li fedakariyên ku şehîdên şoreşê Avşîn, Arîn, Barîn, Zehra, Jiyan Tolhildan, Yusra, Rîhan û bi sedan şehîdên ku bi berxwedana xwe bûn hêviya jiyana azad ji bo tevahiya jin û gelan.
 
Di destpêkê de wek Kongra Star salvegera 11'emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rêber Apo, şehîdan, gelê me yê welatparêz, berxwedêrên zindanan, gerîlayên serê çiyê, gelên demokrat û azadîxwazan pîroz dikin û bejna xwe li hemberî şehîdên şoreşê ditewînin û heta dawiyê em ê li mîrasê wan xwedî derkevin û di rêya wan de bimeşin.”
 
Kurdên Rojava piştî Adara 2012'yan bi awayekî vekirî polîtîkaya xeta sêyem parastin. Ji milekê ve her ku diçû li kolanan xwepêşandinên li dijî rejîmê bi pêş diketin, ji milekê ve kurdan jî hêdî hêdî binezasiya rêveberiya xweser avêt. Destpêkê gelê Kobanê yê ji aliyê dewletê ve hatin bênasnamekirin, axên dewletê ji wan standî desteser kirin. Gelê heremê meclisên gel ava kirin û bi vî rêbazî tovê rêveberiya gel reşandin. Di milê tenduristî, perwerde, xizmeta şaredariyan û ewlehiya gel de gelek gavên girîng avêtin. Agirê li Kobanê hatî pêxistin, li Dêrik, Efrîn û Qamişlo hat gurkirin. Kurdan hem xwe bi rê ve dibir, hem jî ewlehiya herema xwe digirt.”
 
Şoreşa Rojava ji bo cîhanê bû ronahiya azadiyê û hêvî da gelên bindest. Bû neynika îradeya jina azad, da nîşandan ku gel ne bê altarnatîf in, jin ne bê alternatîf in. Di vê çarçoveyê de jinan jî di her aliyê jiyanê de xwe bi rêxistin kir û pêşengî ji sîstemê re kir.
 
Em hatine wê astê ku êdî destkeftiyên şoreşê bi hişmendiya jina azad û li gorî xeta şehîdan bi awayekî rast biparêzin û destkeftiyên xwe mezin bikin.”