Li dijî tecrîdê li Eyn Îsayê meş hat lidarxistin

  • 16:36 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tecrîda dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li navçeya Eyn Îsa bi meşekê hat şermezarkirin.
 
Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsayê bi meşekê tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin. Şêniyan ji pêşiya mizgefa Mezin heta çerxerêya Şehîd Cûdî meşiyan û dirûşmên "Bê serokê jiyan nabe " û "Bimire Erdogan" berz kirin.
 
Di çalakiyê de endamê Meclisa PYD'ê ya kantona Girê Spî Qeys Ziyab axivî û anî ziman ku tecrîkirina Rêber Abdullah Ocalan rûreşiya hêzên navneteweyî ye ku îdiaya edaletê dikin û durûtiya wan nîşan dide. Qeys diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gelên azad dike hedef û hewl dide îradeya gelên berxwedêr ên ku xwedî li ramanê Abdullah Ocalan derketine, bişkîne. Qeys, destnîşan kir ku Abdullah Ocalan sembola jiyana hevbeş e û ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir.
 
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.