Foruma têkildarî Şoreşa 19'ê Tîrmehê dest pê kir

  • 13:37 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hesekê Foruma Sûriyeyê ya têkildarî Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi dirûşma "19'ê Tîrmehê: Şoreşa jin û gelan û mîsogeriya Sûriyeya demokratîk" dest pê kir.
 
Forum ji aliyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ve hatiye organîzekirin û bi beşdarbûna 150 nûnerên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser li Hola Şeto ya Hesekê dest pê kir.
 
Axaftina destpêkê ya forumê ji aliyê hevseroka Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê Perwîn Yûsif ve hat kirin. Perwîn Yûsif salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir û got: "Em salvegera 11'emîn a şoreşa gelan a bi pêşengiya jinan li tevahî kedkarên vê şoreşê, malbat û zarokên şehîdan pîroz dikin."
 
Piştre hevserokê Nivîsgeha Rêxistinî ya PYD'ê ya herêma Firatê Ehmed Xoce jî axivî û wiha got: "Çirûska Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku Gelê Kurd li Kobanê pê xist, rêya gelê me û tevahî gelên Rojhilata Navîn ronî kir. Şoreşê rih, bawerî û girêdana bi azadî û demokrasiyê da gelan."
 
Xoce anî ziman ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji malzaroka Serhildana 12'yê Adara 2004'an a bajarê Qamişloiyê derket û wiha dom da axaftina xwe: "Rola PYD'ê di avakirina vê şoreşê de bingehî û pêşeng bû, zemîna girseyî ya şoreşgerî, jin û ciwanan bi rêxistin kir da ku rola xwe ya pêşeng pêk bînin. Şoreş 19'ê Tîrmehê xwe dispêre fikr û felsefeya nûjen a neteweya demokratîk."
 
Forum bi axaftinan dewam dike. Hevserokê PYD'ê Salih Mulsim, cîgirê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hemdan El Ebid bi navê Rêveberiya Xweser, bi navê YPJ'ê jî ji fermandar Sarya Efrîn û bi navê QSD'ê dê biaxvin.
 
Her wiha dê sînevîzyonek li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê were pêşandan, piştre dê mijarên forumê werin nîqaşkirin.
 
Forumê dê ji du rûniştinan pêk were. Rûniştina yekemîn li ser Şoreşa 19'ê Tîrmehê û stratejiya wê ye, dê ji aliyê endama Koordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ebîr Hesaf ve were birêvebirin. Di vê rûniştinê de dê stratejiya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, 19'ê Tîrmehê Şoreşa bi pêşengiya jinan e, her wiha tîfaqa gelan û jiyan û çarenûsa hevbeş a gelan were şîrovekirin.
 
Endama Komîteya Têkilî û Lihevkirinên Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed dê rûniştina duyemîn bi rê ve bibe. Di vê rûniştinê de dê mijarên wekî danasîna Rêveberiya Xweser û sazûmaniya wê, astengiyên li pêşiya Rêveberiya Xweser, Rêveberiya Xweser û çareserkirina aloziya Sûriyeyê werin nîqaşkirin.