Danişîna doza Weqfa Hîranûrê hat taloqkirin

  • 13:00 17 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
STENBOL - Di danişîna doza Weqfa Hîranûrê ku damezrînerê wê Yusuh Zîya Gumuşsel zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. zewicandibû û bibû sedeam ku tecawizî wê bê kirin de biryar nehat dayîn û daneşîn hat taloqkirin.
 
5'emîn rûniştina doza ku der barê Yusuf Ziya Gumuşel ê ku yek ji damezrînerên Weqfa Hiranur a girêdayî Cemaeta Îsmaîlaga ye ku zaroka xwe ya 6 salî H.K.G. bi Kadîr Îsteklî yê 29 salî re zewicandibû hat vekirin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Anadoluyê hat dîtin.
 
Rûniştin taloqî 9'ê Cotmehê hat kirin!
 
Rûniştina ku li bendê bû bi encam bibe ji ber parêzerên kiryaran li dijî helwesta dadgehê ji dozê vekişiyan taloqî 9'ê Cotmehê hat kirin
 
Çi bibû?
 
H.K.G.ya Keça damezrînerê Weqfa Hîranurê Yusuf Ziya Gumuşel, di 6 saliya xwe de dema bi endamê tarîqetê yê 29 salî Kadîr Îsteklî re hatibû zewicandin û tecawizî wê hatibû kirin. Serdozgeriya Komarê ya Anadoluyê der barê giliyê H.K.G'yê da lêpirsîn da destpêkirin. Îdianame hat amadekirin û ji bo Kadîr Îsteklî 67 sal û 10 meh û 15 roj, ji bav Yusuf Ziya Gumuşel û dayika wê Fatima Gumuşel jî 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hat xwestin.