Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê derket

  • 10:00 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara nû ya Rojnameya Xwebûnê bi manşeta “Şoreşa Xwerêvebirinê”derket.
 
Hejmara 187’emîn a rojnameya Xwebûnê derket. Rojnameyê di manşeta xwe de bal kişandiye ser Şoreja Rojava û der barê mijarê de bi Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm re axiviye. Her wiha di rûpelê jinê û kirmanckî de jî der barê Şoreşa Rojava de nivîs û nûçeanalîz hene. 
 
Rojnameyê di surmanşeta xwe de jî cih daye hevpeyvîna ku bi Bedevka HDP’ê Ebrû Gunay re hatiye kirin. Ebruyê, têkildarî civînên xwe ên navendî û bi gel re axiviye û nirxandin kiriye. 
 
Di rûpela jinê de ji bilî Şoreşa Rojava bi rojnameger Safiye Alagaş ku beriya demekê hatibû berdan re der barê berdana 15 rojnamegerên girtî de nûçeyek hatiye çêkirin.  Di rûpelê 3’yan de jî der barê texrîbatên ekolojîk û germbûna global de du nûçeyên taybet hatine amadekirin.
 
Di Rûpelê 7’an de jî bi hiqûqnas Ceneyt Canîş re der barê tecrîda li Îmraliyê de hatiye axaftin.  Di Rûpelê 8’an de jî nivîskar Yaşar Eroglû der barê berdana rojnamegerên kurd de nivîsandiye.
 
Herwiha di Rûpelê 12’an de jî beşa 3’yemîn ango beşa dawîn a dosyaya Jin Aryen a der barê Fata Reş de hatiye dayîn.