Têkoşîna 33 rêwiyan emanetî hevalên wan e

  • 09:07 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Gulşen Koçuk
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di ser komkujiya li Pirûsê pêk hat û 33 rêwiyên li pey xeyalên xwe çûn hatin qetilkirin de 8 sal der bas bûn. 33 kes nehatin jibîrkirin û têkoşîna wan ji aliyê hevalên wan ve hat jiyîn. Tu carê gumanbar jî nehatin darizandin.
 
 Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, endamên Federasyona Komeleya Ciwanên Sosyalîst (SGDF) ku ji bo biçin Kobanê û ji zarokan re pêlîstokan bibin, dema ku daxuyaniya çapemeniyê didan êrişa bombeya zindî ya ji aliyê DAÎŞ'ê li wan hat kirin. Di êrîşê de 33 kesî jiyana xwe ji dest dan û ji 100’î zêdetir kes birîndar bûn.
 
Ji bo zarokan
 
Di 26’ê Çileyê 2015’an de ku Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin, bi berxwedana xwe ya bi heybet di dîrokê de cih ê xwe girt. Piştre  pêvajoya avakirina ji nû ve hat destpêkirin. SGDF’ê bi dirûşma ‘Me bi hev re Kobanê parast em bi hev re ava dikin’ kampanya dan destpêkirin.  Armanca kampanyayê ev bû ku Kobanê ji nû ve bê avakirin û pêlîstokan ji zarokan bibin.
 
DAIŞ’î qet neket ber nokteya kontrolê
 
Bi pêşengiya endamên SGDF’î di 19’ê Tîrmeha 2015’an de ciwan ber bi Pirsûsê derketin rê. Ciwan di seranserê rê de di nokteyên kontrolê de hatin sekinandin û kontrola GBT’ê hat kirin. Lê DAIŞ’î neketin ber kontrolê.
 
Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de ciwan li ber Navenda Çand û Hnerê ya Amara ya li Pirsûsê hatin gel hev. Desturên dawî hatin temamkirin. Dema jinan dirûşmeya ‘Ji Arînê heta Sîbelê em dimeşin serkeftinê’ berz dikirin bombe teqiya.
 
Di êrîşa DAIŞ’ê de 33 rêwiyên li pey xeyalên xwe jiyana xwe ji dest dan û ji 100’î zêdetir jî kes birîndar bûn.
 
Aliyên ku gumanbar derxistin holê
 
Vê komkujiyên bandorek mezin li ser  her kesî kir.  Hemû kesî ku yên nêz û yên dur xwestin biçin herêmê alîkarî bidin, polîsan pêşî li wan girtin û nehiştin bikevin qadê.  Nehiştin ambulans bikevin qadê û gaza îsotê avêtin ser  birîndaran.
 
33 kesî jiyana xwe ji dest dan
 
Kesên jiyana xwe ji dest dan wiha ne: Koray Çapoglu, Cebraîl Gunebakan, Hatîce Ezgî Sadet, Ugur Ozkan, Nartan Kiliç, Veysel Ozdemîr, Nazegul Boyraz, Kasim Deprem, Alper Sapan, Cemil Yildiz, Okan Pîrînç, Ferdane Kiliç, Yunus Emre Şen, Çagdaş Aydin, Alîcan Vural, Osman Çîçek, Mucahît Erol, Medalî Barutçu, Aydan Ezgî Salci, Nazli Akyurek, Serhat Devrîm, Ece Dînç, Emrullah Akhamur, Murat Yurtgul, Erdal Bozkurt, Îsmet Şeker, Suleyman Aksu, Buşra Mete, Duygu Tuna, Polen Unlu, Nuray Koçan, Vatan Budak, Mert Comert.
 
Qeyda gumanbar gihiştibû emniyetê
 
Di çarçoveya lêpirsîna hat destpêkirin de derket holê ku komkujî ji aliyê Abdurrahman Alagoz ve hatiye organîzkirin.  Qeyda ‘kesê ji terorê tê lêgerînkirin’ yê der barê gumanbarê komkjiyê de,derket holê ku  mehek beriya komkjiyê, di 16’ê Hezîranê de gihiştiye Midûriyeta Emniyteê ya Pirsûsê. Tevî Abddurahman Alagoz hatiye ragîhandin jî tu tedbîr nehat girtin.
 
Îdianameya ji 213 rupelî
 
Di 23’ê Tîrmeha 2015’an de bi hinceta ‘wê armana lêpirsîna dosyayê bikeve xetereyê’ biryara veşartine danîn ser lêpirsînê û îdianame 18 mehan şûnde hat amadekirin. Îdianame ji 213 urpoelî pêk dihat û der barê 3 kesî de ji her yekê 104 carî cezayê muebetê hat xwestin.
Yekemîn runiştina dozê 21 meh şûnde di 5’ê Glana 2017’an de li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê li Kampusa Girtîgeha Hîlwanê hat dîtin.  Yakup Şahîn yê ji doza komkujiya Enqereyê girtî û di vê dozê de jî wek gumanbar cih girt tevli dozê nebû. Li gorî îdianameyê gumabar Îlhamî Bali û Denîz Buyukçelebî fîrarê Sûriyeyê kirine.
 
Ji destpêka dozê de daxwazên parêzeran her tim bi awayekî sîstematîk hatin redkirin.
 
Biryar hat dayîn
 
Di runiştina biryara dozê ya di 21’ê cotmeha 2021’ê de ji aliyê 5’emîn DAdgeha Cezayê Giran a Rihayê hat dîtin. Heyetê der barê gumanbarên fîrarî Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî de  her yekê ji sûcên cda 34 caran cezayê muebetê, ji teşebusa çalakiyê hezar û 890 sal û ji li ser xwe teqemanî gerandinê 10 sal û 40 hezar cezayê pere birî û dosya girt.
 
Bêyî wan 8 sal
 
Li Pirsûsê 33 ciwan hatin qetilkirin û di ser re 8 sal derbas bû.  Hevalên wan xeyalên wan li erdê nehiştin 33 heb di têkoşîn, xeyalên gelê Kurd û zarokên Kobanê de tên jiyîn.
 
Ji girtiyên jin pirtûk’
 
Girtiyên jin yên girtîgeha jinan a Sîncanê bi armanca jiyankirina bîranîna wan di 2021’ê de pirtûka ‘Rêwiyên xeyalê’ nivîsîn.