Gumanbarê 9 meh e nayê girtin navê wî jî nayê zanîn!

  • 09:05 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê kesê ku zarokek tacîz kiribû tevî qeydên dîmenan 9 mehe nayê dîtin.
 
Li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di 16’ê cotmeha 2022’an de zaroka ku ji bo nan bigire ji malê derket ji aliyê kesekî ku navê wî nayê zanîn ve hat tacîzkirin. Zarok rewş ji malbatê re got û heman rojê malbatê li Midûriyeta Emniyeta Nisêbînê gilî kir. Piştre malbatê bi parêzerê xwe re li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî gilî kir.
 
Ewil tacîz piştre şopandin
 
Di 24’ê mijdara2022’an de li Navenda Şopandina Zarokan a Mêrdînê îfadeya zarok hat girtin û zarok wiha got; “…Min nan girt û ji marketê derketim. Ez diçûm malê. Kesekî ku min nas nedikir got ‘otobusên Amed-Mêrdînê li ku ne, were ez pere bidim te em lîstikê bilîzin, tu qezenc bikî ez pere didim te’. Min got ‘na’. Piştre vî kesî min şopand.  Li pey min got ‘tu pere dixwzî qezanc bikî were gel min’. Dayika min nub dît û bangî min kir. Wî kesê ku dayika min dît wekê bi telefonê re biaxive ji min dur ket’.”
 
Li ser gilîkirinê tevî tacîz di qeydên Pergala Rêveberiya Ewlehiya Bajar (KGYS) de hatin dîtin jî  tevî eşkalê gumanbar jî  nasnama gumanbar nehat tespîtkirin. Ji bo tespîtkirina nasnameya gumanbar dîmenên qeydan di 5’ê Kanûna 2022’an de şandin Amîriya Laboratuvara Krîmînal a Cendermeyan a WAnê. Lê di rapora hat şandin de jî hat gotin ku şexs nehatiye tespîtkirin. Malbatê di 1’ê Sibata 2023’an de  Girteka Lêkolîna Dîmen tevli dosyayê kir û dîsa şand laboratuvarê. Lê cara duyemîn krîmînalê gumanbar tespît nekir.
 
Tevî qeydên dîmenan dosyaya ku navê gumanbar jî hîna nehatiye diyarkirin, bi mehane di asta lêpirsînê de tê payîn. Tevî delîlên şênber yên destan de dosya di tarîtiyê de tê hiştin.