Ji bo girtiyên nexweş kampanya

  • 09:04 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Parêzvanên maf diyar kirin ku li girtîgehan kesên ne nexweş jî nexweş dikevin û girtîgeh bûne cihê îşkenceyê û gotin wê ji bo girtî bigihêjin mafên xwe yên tendurisityê kampanyayê bidin destpêkirin.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û tecrîd bandorê li ser hemû girtîgehan dike.  Parêzvanên maf der barê mijarê de diyar kirin ku divê li dijî tiştên li girtîgehan tên jiyîn kes bêdeng nemîne.
 
Parêzvanên maf der barê tecrîda li girtîgehan de nirxandin kirin.
 
‘Armanc teslîmgirtina îradeyê ye’
 
Aktîvîsta mafên mirovan Gunselî Suna Kaya da zanîn ku îşkence bi awayên cuda li qadên cuda ji aliyê leşker an jî polîsan ve pêk tê û wiha domand: “Desthilatdarî ji bo serdestiya xwe bidomîne îşkencê wek rêbaz bi kar tîne. Di binçavan de, di lêpirsînê de li girtîgehan li ser girtiyan pêk tîne. Dixwazin girtiyan islah bikin. Ev tiştên pêk tên bi giştî îşkence ne. Beriya 12’ê îlonê jî hebû dema 12’ê îlonê de jî hebû û niha jî heye. Bi awayên cuda tên meşandin. Di tefkîfata 1951’ê de di girtinên TKP, demên 12’ê Adar û 12’ê îlonê de îşkenceyên fîzîkî dihatin kirin. Di 1990’an de di girtekên dadgehê de jî derbas dibin. Mixabin destdriêjî jî zêde bû. Lêgerîna tazî kelepçeya berovajî. Bi van dixwestin îradeya girtiyan teslîm bigirin.
 
‘Ji azadiyê bêpar dihêlin’
 
Gunselî wiha dawî lê anî: “Bi salane tahliye bi hincetên cuda tên taloqkirin. Dixazin mirovan tenê bihêlin ji hezkiriyên wan dur bixînin. Ji azadiyê bêpar dihêlin. Ji aliê Neteweyên Yekbûyî (YE) îşkence wek sûcê mirovahiyê hatiye îlankirin. Piştî divê peymanên navneteweyî de jî ev xistin bin ewlehiyê. Em bêjin wek gumanbarê îşkencê derxist holê. Lê hêzên ewlehiyê nayên cezakirin. Ev jî cesaretê dide wan. Bêcezahiştin wêrekiyê dide îşkencekar. Berdewamkirina îşkencê bi armanca bêdengkirina civakan tê kirin. Xerabûn normal tê dîtin û îşkence li civakan tê belavkirin. Divê civak li dijî vê dengê xwe bilind bikin.”
 
‘Girtîgehên ku nexweş dikin hatine avakirin’
 
Endama Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqê ya Malbatên Girtiyan (TUHAD-FED) parêzer Aylîn Onursev jî destnîşan kir ku di salên 1990’î de îşkence ji aliyê dewletê ve hatiye mayîndekirin û li girtîgehan didome. Aylinê wiha pê de çû: “Kesekî ne nexweş yê dikeve girtîgehê jî nexweş dikeve. Şertên girtîgehê mirovan ji tenduristiyê dikin. Şertên giran pêk tînin. Tenê saetekê mafê derketina hewşê didin. Hewş jî hucreyeke ku tawana wê tune ye. Tenê esman tê dîtin. Piranî mirovên li wir bi tena serê xwe dimînin. Nikarin bi kesekî re bên gel hev. Pace biçûkin.  Girtîgehên ku mirovan nexweş dikin hatine avakirin.”
 
‘Tecrîd giran dibe’
 
Aylînê wiha dirêjî dayê: “Li Tirkiyeyê gelek girtiyên nexweşên giran hene. Ji sedî 95’ê girtiyan di asta kêm an jî navîn de nexweşin. Ev jî encama tecrîdê de derdikevin holê. Li girtîgehên Ewlehiya Bilind û Tîpa Y tecdrîd giran bûye.  Dewlet, midûr, gardiyan her kes hevkarê vî sûciye. Girtiyên nexweş dikevin nikarin xwe bigihînin mafê dermankirin.  Mirov li girtîgehan bi nexweşiyên giran dikevin. Di vê mijarê de kampanya tên fikirîn. Amadekariyên kampanyayan hene. Piştî demekê wê ji rayagiştî re bê deklerekirin.Divê îşkence ji aliyê rayagiştî ve bê zanîn û bi hestiyarî li ser vê rewşê bê sekinandin.”
 
‘Di hucra yek kesî de mayîn di alî mafên mirovan de pirsgirêk e’
 
Endama Komîsyona Mafên Mirovan û Baskê Hekîmiya Malbatê ya Odeya Tabîban a Îzmîrê Doktor Sîbel Uyan da zanîn ku pîşeya hekmiyê li ser rêzdariya mafê mirovan a gerdunî ava bûye û wiha pê de çû: “ Divê em karê xwe serbixwe bikin. Divê li hember şexsan nêzîkatî wek hev be. Divê ji bo kesê nikare girtî bimîne rapora nikare bimîne bê dayîn. Divê mudaxaleyên pêwist bên kirin. Di yek hucrêde mayîn di alî mafê mirovan pisgirêka mezin û handîkap e. OdeyaTabîban a Îzmîrê di çarçoveya nirxên gerdunî de kes dinirxîne. Me bi hinek doktoran re têkilî danî.  Di vê atmosfera siyasî de ketina girtîgehan bêderfete. Divê nirxên gerdunî di her pîşeyê de bi nirx be.”