‘Divê CPT li dijî tecrîdê bêdeng nemîne’

  • 09:03 17 Tîrmeh 2023
  • Rojane
Dîlan Babat
 
ENQERE - Parlamentera Partiya Çep a Kesk Sumeyye Boz tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxand û diyar kir ku ji ber israra desthilatdariyê ya di neçareseriyê de tecrîd giran dibe û got ji bo şikandina bêdengiya CPT’ê jî divê zext bên kirin.
 
Tecrîdan giran a li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome û 28 meh e tu agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Hemû serlêdanên malbat û parêzeran bi hincetên cuda tên redkirin an jî qet bersiv nayê dayîn. Parêzeran astengkirina serdanên malbatê di 12’ê Gulana 2022’an de birin Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB). Lê DDB’ê bersiv neda vê serlêdanê û dosya hîna li DDB’ê ye. Ji her derê cîhanê bertekên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan zêde dibin. 
 
Bêdengiya CPT
 
Bêdengiya Komîteya Pêşîgirtina Îşkencê ya Konseya Ewropa (CPT) li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan didome. CPT di 20-29’ê îlona 2022’an de hat Tirkiyeyê û di daxuyaniya 3’ê cotmeha 2022’an de got çûye serdana saziyan û di serdanê de Îmrali jî hebûye. Tevî bi dehan hewldan CPT'ê  daxuaniyek der barê serdanê de nekir. CPT'ê  di 30’ê Adarê de rapoara 2022’an aşkerakir û der barê Ocalan de tu agahî tunebûn.
 
Parlamentera Partiya Çep a Kesk a Muşê Summeye Boz der barê tecrîdê de axivî.
 
Sumeyyeyê da zanîn ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan sûc û îşkence ye û got: “Mafê girtiyan ê hevdîtina bi parêzer û malbatê re hey. Li vir înkarek heye. Deshtilatdariya ku demekê bi Îmraliyê re hevdîtin dikir niha di neçareseriyê de israr dike. Berê hevdîtin dikir, mutabakata Dolmbahçeyê kir. Lê niha di neçareseriyê de israr dike û rewşê her diçe girantir dike.”
 
‘Civak û çapemenî di bin tecrîdê de ne’
 
Sumeyyeyê wiha dirêjî dayê: “Di rojên borî de hevseroka giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan got ‘em di mijara tecrîdê de qels mane’. Ev gotin jî encama tecrîdê ye. Ger îro bi rehetî behsa tecrîdê neyê kirin ev ji ber zextên li ser civakê ye. Tecrîdê bandor li ser hemû civakê kiriye. Li her hemû aliyan êrîşek heye. Herî dawî Merdan Yanardag yê behsa tecrîdê kir hat girtin."
 
‘Divê CPT berpirsyariyê bîne cih’
 
Sumeyyeyê wiha domand: “CPT di rapora 2019’an de got li Îmraliyê rewşeke ragîhandinê heye. CPT hîna bêdeng e. Gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn Îmraliyê mereq dikin. Divê CPT der barê vê de xebatan bike. Ji bo CPT û saziyên Ewropa bikevin tevgerê divê bang bên kirin. Ev tecrîd ne li ser kesekî li ser hemû civakê tê kirin. Divê li  CPT'ê zext bê kirin ku bikeve tevgerê.”
 
‘Wê der barê tecrîdê de nîqaşên me hebin’
 
Sumyyeyê wiha dawî lê anî: “Li gorî sekn û bertekan rewşa tecrîdê jî diguhere. Sebera civakê dipîvin. Li gorî wê rewşa tecrîdê diyar dibe. Divê hêzên aştî û demokrasiyê tecrîdê bînin ser maseyê û nîqaş bikin. Dvê rola Abdullah Ocalan ji nû ve bikeve dewrê. Divê hevdîtin bi Ocalan re bên destpêkirin û pêvajoya aştiyê dest pê bike.”