Li ber Edliyeya Rihayê nobeda dawî

  • 16:14 16 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku nobeda Edaletê di roja 846'an de bi dawî kirin, diyar kirin ku ew ê li gorî encama daneşîna 18'emîn nobeda xwe ya li malê û ya jî li Enqereyê bodînin.
 
Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de li navçeya Pirsûs a Rihayê  ji aliyê parêstvan û xizmên Parlamenterên AKP'ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê wê Ferît Şenyaşar ê ji êrîşan bi birîndarî rizgar bû di 9'ê Adara 2021'an  de li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê ya ku  dabû destpêkirin di roja 846'an de bi dawî kirin. Emîne Şenyaşar a ji mala xwe ya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê, cara dawî  nobed girt. 
 
Malbatê da zanîn ku ger edalet li 3'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê di 18'ê Tîrmehê ku wê doza wan bê dîtin pêk neyê dê nobeda xwe Enqereyê bidomînin. Li ser mijarê daxuyaniyeke girseyî ya çapemeniyê hat dayîn. Gelek kes tevli daxuyaniyê bûn.
 
846 rojên nobetê qediyan
 
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar ku di daxuyaniyê de axivî wiha got: "846 roj in em li vir nobetê digirin. Spas ji bo her kesê ku di nobetê de piştgirî da me. Di encama doza ku di 18'ê Tîrmehê de bê dîtin de, yan em ê biçin malê yan jî em ê bi pakarta xwe biçin Enqereyê. Her kesî qebûl kir ku bêhiqûqî heye, lê edalet pêk nehat. Dîmenên komkujiyê derketin. Kesê ku ev komkujî pêk aniye parlamenteriya wî bi dawî bû, lê heta niha îfadeya wî nehatiye girtin. Ev sûcê hiqûqî ye. Em ê di 18’ê Tîrmehê de li Meletiyê bin. Dayik dixwaze here malê, naxwaze here Enqereyê. Em dixwazin birayê min ê ku zêdeyî 5 sal in di hucreya yek kesî de ye bê berdan.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya Nobeda Edaletê ya li ber edliyeyê bi dawî bû