Li Mêrdînê civînên gel dest pê dikin

  • 15:27 16 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Partiya Çep a Kesk ji bo nirxandina encamên hilbijartinê û diyarkirina nexşerêya xwe ya nû, sibê li navçe û gundên Mêrdînê dest bi civînên gel ên ku wê 9 rojan bidomin dike.
 
Partiya Çep a Kesk û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) diyar kirin ku piştî hilbijartina Serokkomariyê ya 14-28'ê Gulanê û ya giştî ya Serdema 28'an, ji bo kêmasî û xeletiyan ji holê rakin û nexşerêyeke nû diyar bikin wê biçin kongreyê û civînên gel li dar bixin.
 
Civîn dê 9 rojan bidomin
 
Civînên gel ên ku li gelek bajaran dest pê kirine dê sibê li Mêrdînê jî dest pê bikin. Civînên gel ên ku dê li navçe û gundên Mêrdînê bên kirin dê di 25’ê Tîrmehê de bi dawî bibin. Ger hewce be, partî dikarin vê dîrokê dirêj jî bikin.
 
Wê li sê navçeyan dest pê bikin
 
Yekemîn civînên gel wê sibê li navçeyên Qoser, Nisêbîn û Stewrê bên lidarxistin. Di civînên ku ji sê navçeyan bên kirin de dê rexne, pêşniyar û nêrînên gel bên girtin.
 
Banga tevlibûnê
 
Sibe li Salona Dawetê ya Dîcle Firatê ya Qoserê saet di navbera 12:00-19:00 de, li Nisêbînê jî saet di 17:00 de li Rêxistina HDP'ê ya Navçeyê civîna gel tê lidarxistin. Rêxistinên HDP û Partiya Çep a Kesk û rêxisitnên navçeyan bi rêya medyaya dijîtal banga tevlîbûna xurt a civînê dikin.