Di 7 mehan de herî kêm hezar kes hatin girtin

  • 13:16 16 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
NAVENDA NÛEYAN - Li seranserê Îranê ji serê salê heta niha hezar çalakvan hatine girtin.
 
Çalakiyên di çarçoveya berxwedana "Jin jiyan azadî" ya ku piştî qetilkirina Jîna Emînî li Îranê dest pê kir, dewam dikin. Li gel ku hewldanên  astengkirina xwepêşanderan bi girtin, cezayên darvekirinê û cezayên girtîgehê dewam dike, hat destnîşankirin ku ji destpêka sala 2023'an û vir ve herî kêm hezar çalakger li welat hatine girtin. Hat diyarkirin ku ji nîvî zêdetir Kurd in, yên din jî piraniya wan Belûç in.