Hejmara nû ya Kovara Jinê derket

  • 12:39 16 Tîrmeh 2023
  • Rojane
 
STENBOL - Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta, "Ji nijadperestî û tundiya dewletê zarok jî para xwe digirin" derket.
 
Kovara Jinan a heftane ya onlîne bi manşeta "Zarok jî para xwe ji nîjadperestî û tundiya dewletê digirin" derket. Di hejmara 20'emîn a Kovarê de reportaja ku  Koordînatora Navenda Mafên Zarokan a Komeleya Zarokan a Gundemê ku bi KHK'ê hat girtin Ezgî Koman, bi Esma Kaya Ceylan re bi sernavê "Li welatên ku demokrasî tune ye dewlet  mafê jiyanê yê zarokan naparêze." cih digire û bi vî sernavî balê dikişîne ser zarokên ku di encama tundiya leşker û polîsan de hatin qetilkirin.
 
Di kovarê de Mariam Seifeddine di nivîsa xwe ya bi sernavê "Li Fransayê tundiya polîsan: Nahel Merzouk" de behsa Nahela ku li Fransayê jiyana xwe ji dest da, Ayşe Dûzkan jî bi nivîsa xwe ya bi sernaê "Dibistana keçan ya cuda?" balê dikişîne ser dibistanên keçan.
 
Di gotara Oya Açan a bi sernavê "Li vir binêre..." de bal tê kişandin ser hawirdora pêşbaziyê ku hevgirtinê lawaz dike, di vê hejmarê de herwiha  wergera Karla Mendez a bi navê "Mîrêbira dibistana Reş a yekem a Hawaii: Carlotta Stewart Lai" jî cih digire. Werger li ser jineke reşik e ku jiyana zarokan diguherîne.
 
Sernavên di hejmara nû de cih digirin wiha ne:
 
* Li welatên ku demokrasî tune ye, dewlet mafê jiyanê yê zarokan naparêze/Gotubêja bi Ezgî Koman re,
 
* Li Farnsayê tundiya polîsan: Nahel Merzouk / Marîam Seîfeddîne
 
* Ji bo keçan dibistana cuda? / ayşe duzkan
 
* "Tu li vir binêre…”/ Oya Açan
 
*Mudura yekme a reşika a dibistana Hawaîî: Carlotta Stewart Laî / Karla Méndez
 
Ji vir hûn dikarin xwe bigihînin vê hejmarê.