Ji bo tevlibûna danişîna doza êrîşa zayendî bang

  • 10:42 16 Tîrmeh 2023
  • Hiqûq
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Zaroka bi navê Esra Y. berî bi 7 salan li Şemzînanê piştî ku êrîşa zayendî lê hatibû kirin, întîhar kiribû. Daneşîna doza kesên ku êrîşa zayendî li heman zarokê kirin û piştî bi mehan hatin tahliyekirin sibe tê dîtin. Ji parêzerên dozê Nukeyf Onursal, banga xwedîderketina li dozê kir. 
 
Li navçeya Şemzînanê berî bi 7 salan li zaroka 7 salî êrîşa zayendî hatibû kirin û kiryarên bûyerê piştî ku bi mehan hatin tahliyekirin bibûn sedem ku Esra întîhar bike. Daneşîna dozê dê sibe bê dîtin. Ji parêzerên dozê Nûkeyf Onursal, banga xwedîderketina li dozê kir. 
 
Di 27’ê Gulana 2016’an de li gundekî navçeya Şemzînan a Colemêrgê 3 kesên bi navê Nîhat Yilmaz, Veysî Yilmaz û Zahir Yilmaz êrîşa zayendî li Esra Y. kirin. Di çarçoveya pêvajoya hiqûqî ya ku zarok ji xizmên xwe re qala tiştên qewimî de 3 kiryar hatin girtin û doz li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê hat dîtin. Bersûc piştî 8 mehan bi îdiaya "nebûna delîlan" serbest hatin berdan, lê di dawiya dozê de ji ber sûcên "îstîsmara zayendî " û "tehdîdkirina azadiyê" her yekî bi 42 sal cezayê girtîgehê hatin cezakirin. Piştî ku kiryar hatin tahliyekirin bi sê mehan, zarok ber bi întîharê ve hat ajotin. Yek ji parêzerên Baroya Colemêrgê Nûkeyf Onursal a ku bi dosyaya mirina zarokê re têkildar bû, geşedanên têkildarî dosyeyê nirxand û banga tevlîbûna rûniştina 17'ê Tîrmehê ku li Dadgeha Cezayê Giran a Geverê  wê bê dîtin kir .
 
Ji bo sûcdaran xelata tahiliyekirin!
 
Nûkefî der barê êrîşa zayendî ya li  zaroka wê dem 11 salî ku hat kirin de jî diyar kir ku zarok ji bo bûyerê venebêje bi belavkirina vîdeoya demba bûyerê ji laiyê kiryaran ve hatiye tehdîtkirin. Nûkeyf got, "Piştî gefên gûmanbaran ên ji roja bûyerê ve li Esrayê xwarin, Esra ji zinar hat avêtin û danê sibê li cihê jê hatiye avêtin hat dîtin, Esra Y. piştî ku bi birîndarî hat dîtin sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê kirin û lêpirsîn hat destpêkirin. . Di encama îfadeya Esra ya di 21'ê Hezîrana 2016'an de, bi qasî mehekê piştî îfadeya Esra ya roja sewkî nexweşxaneyê û eşkerekirina navên bersûcan, biryara girtinê ji bo bersûcan hat dayîn û pêvajoya lêpirsînê hat destpêkirin. ”Nûkeyfê, diyar kir ku li bersûcdan ji bo her yekî 42 sal ceza hatiye dayîn û piştî ku dosya çûye îstinafê heyeta dadgehê biryar daye ku kiryar negirtî bên darizandin. Herwiha Nûkeyfê diyar kir ku piştî tahliyekirina bersûcdan bi 11 rojan a 23 sibata 2017'an Esrayê întîhar kiriye û dawî li jiyana xwe aniye.  
 
Banga tevlibûna danişînê
 
Ji bo danişîna dozê ku wê sibe bê kirin Nûkeyfê ev bang kir, "Di serî de hempîşeyên min ez bang li her kesî dikim ku li vê dozê xwedî derkevin."