Aktivîsta Ingilistanî bû dayika manewî ya Leyla Guven 2019-01-14 13:05:49   AMED - Hiqûqnasa Mafên Mirovan a aktîvîsta Ingilistanî  Margaret Owen, a bi heyeta ji dervê welat re hat amdê diyar kir ku ew dixwaze bibe dayika manewî ya Leyla Guven û bibe dapîra keça wê Sabîha Temîzkan.  Margaret wiha got: "Leyla Jineke bê qusûr e û ji ber wê dixwazim bibim dayika manewî ya Leyla Guven û bibim dapîra keça wê Sabîha Temîzkan."   Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD)  û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîdê da destpêkirin di roja 68'an de berdewam dike. Heyetek ji dervê welt ji bo ku çalakiya Leyla Guven û 256 girtiyên din ên di gerevê de lêkolîn bike hat amedê û 3 roj in bi bi nûnerên partî û rêxistinan re hevdîtinê dike.  Aktîvîst û Hiquqnasa Mafên Mirovan Margaret Owen ya Ingilistanî ku di nava heyetê de cih girt duh bi keça Leyla Guven Sabîha Temîzkan re hevdîtin kir.   'Leyla Guevn jinek e bêqusûr e'    Margaret a ku bi Sabîhayê re hevdîtin kir diyar kir ku ew ji çalakiya Leylayê gelek bi bandor bûye û got ku ew dixwaze bibe dapîra Sabîhayê ya manewî û wiha berdewam kir: "Min xwest ku ez vê jina bê qusûr û çalak bibînim lê destûr nehat dayîn. Lê min keça wê Sabîha nas kir berî bi demek kurt dapîra wê jiyana xwe ji dest da. Min xwest bibim dapîra wê û wê jî bi kêfxweşî qebûl kirin. Em herdû jî gelek bextewar bûn."