Piştî qedexeyan zextan dest pê kir: Kesek hat binçavkirin 2019-01-14 12:41:48   AMED - Li 23 gund û mezrayên girêdayî navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê qedexeya derketina derve hat îlankirin. Li gundê girêdayî Hezroyê kesek hat binçavkirin.    Walîtiya Amedê ragihand ku li 13 gund û mezrayên navçeya Licê, li gundek navçeya Karazê û li 9 gund û mezrayên navçeya Hezroyê yên Amedê qedexeya derketina derve îlan kiriye. Qedexeyê ji saet 06.00'an ve dest pê kir û dê heta fermana duyemîn dewam bike. Li gundê girêdayî Hezroya Amedê Yahya Tekin hat binçavkirin.    Hat ragihandin ku bi destpêkirina qedexeya derketina derve re eskeran dest bi operasyonê kiriye.