Heta kengî hûn ê bêdeng bimînin: Daxwaza Leylayê bi cih bînin 2019-01-14 09:04:11   WAN - Jinên Wanî ku piştgirî dan çalakiya greva birçûbûnê ya Hevseroka KCD û parlmanetera DHP'ê ya Colemêrgê û ya girtiyan, diyar kirin ku divê berî cenaze ji girtîgehan derkevin daxwaza Leylayê bê bicihanîn.   Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Gueven ku li dijî tecrîdî ji 8'ê Mijdara 2018'an de di greva birçîbûnê de ye ji ber pirsgirêkên tendiristiyê ku di encma çalakiya wê de pê re çêbûne 7 roj e nikare bi parlamenterên xwe re hevdîtinê bike. Di van rojên krîtîk yên çalakiya Leylayê de jî hem hikûmet û hem jî qada navneteweyî bêdeng e. Lê ji roja ku Leylayê dest bi çalakiyê kiriye jinan piştgiriya xwe pê re qut nekirine.   'Hûn li benda derxistina cenazeyan e'   Ji jinên Wanî Behîce Abî, diyar kir ku tevahiya cîhanê dizane li girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê heye û di berdewamiyê de wiha got: "Di serî de hikûmeta Tirkiyyê hemû cîhan bêdeng e. Rewşa Leylayê xeter e. Êdî mîdeya wê nema vexwarinê jî tehamûl dike, nikar bi parêzerên xwe re hevîdtinê bike û dayika wê jî di rojên borî de jiyana xwe ji det da. Tevli merasîma cenazeyê dayika xwe jî nehat kirin. Ev çawa wicdan e. Kî dixwaze ku newe ser cenazeyê dayika xwe.  Gelo wê ev rewş wiha bidome?  Rayedara li benda ku ji girtîgehan cenaze bên derxistin mane."   'Divê em li Leylayê xwedî derkevin'   Behîce diyar kir ku çalakiya Leylayê tenê ne ji bo jinên kurd ji bo tevahiya jinên cîhanê girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Tenê ne kurd dibin tecrîdê de ne; hemû kesên muxalîf hatine tecrîdkirin. Leyla bi sekna xwe buye dengê hemû jin û gelan. Divê tiştek bê kirin.  Em piştgiriyê didin çalakiya Leylayê û divê ku em xwedî lê derkevin. Bila daxwazên wê bên qebûlkirin."   'Leyla Îradeya gel e'   Edîbe Babur jî got ku ew Leyla wekî îradeya gel hatiye hilbijartin û ev tişt  got: " Leyla ne ji bo taxwazên xwe yên kesane di grevê de ye. Leyla li dijî tecrîda girankirî bedena xwe da ber mirinê. Li gel ku rewşa tendirustiya wê gelek xeter jî dîsa ji bo xwe heta niha tu daxwaz nekiriye.  Ew ne tenê ji bo Gelê Kurd di grevê de ye. Ji bo demokrasiyê jî di grevê de ye. Ew ji bo gelên li Tirkiyeyê di grevê de ye. Divê helwesta wê bê famkirin. Divê hemû jin piştgiriyê bidinê û daxwazên wê bên qebûlkirin."   'Leyla Guven mafdar e bila tecrîd bi dawî bibe'   Necla Dormen ku got ew pitgiriyê dide çalakiya Leylayê jî wiha got: " Hemû daxwazên girtiyên siyasî yên me ne. Em berxwedana wan silav dikin. Em bêdengiy dewletê şermezar dikin. Em dixwazin tecrîd bê rakirin û girtiyên siyasî serbest bên berdna."   'Divê hemû jin bibin piştevanên Leyla Guevn'   Şîrîn Aslan jî diyar kir ku polîtîkayên salên 90'î yên koçberkirinê di dema wan de xwe bi tecrîdê dane der û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev tecrîd tenê ne li ser Abdullah Ocalan li ser Tevahiya Gelê Kurd e. Divê ku her kes rabe ser piyan. Li dijî zilmê divê ku tu kes bêdeng nemîne. Divê ku kurd detê xwe daynin ser wicdanê xwe û dengê xwe nedin AKP'ê. Divê li dijî zilmê kurd yekitiya xwe ava bikin. Bila hemû jin xwedî li çalakiya Leylayê derkevin."   'Li dijî zilmê berxwedaneke mezin dide meşandin'   Jina bi navê Fatma Dorman jî diyar kir ku divê AKP dest ji polîtîkayên xwe yên cudakar berde û ev tişt got: "Leyla Guven ne ji welatekî din e. Ew jî ji vî welatî ye. Niha li dijî zilmê berxwedanek mezin dide meşandin. Divê em jin bêdeng nemînin."