Çalakgerên grevê: Heta tecrîd bi dawî bibe wê berxwedan bidome 2019-01-13 16:18:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Bi navê endamên 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' yên ku li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, diyar kirin kuBerxwedana wan wê heta bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bidome.   'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re'  li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê de daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:  "Ji ber ku doh bi şev birayê Rêber Apo Mehmet Ocalan çû Îmraliyê, me pêwîstî pê dît ku daxuyaniyekê bidin."   Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Bêguman em kêfxweş û bi moral in ku piştî demeke dirêj me agahî ji Rêber Apo girt. Me careke din dît; her ku berxwedan geş dibe encam jî dikare jê bê stendin. Lê belê armanca bingehîn a berxwedana me ew e ku tecrîd bi her awayî ji holê rabe û Rêber Apo azad bibe. Tevî ku hevdîtin bi Rêber Apo re hatibe kirin jî tecrîd hîn dewam dike. Ji xwe faşîzma AKP'ê sala 2016'an jî hevdîtineke bi heman rengî dabû kirn û xwestibû pêşî li berxwedanê bigire. Niha jî heman dek û dolabê digerîne û ji bo berxwedanê têk bibe, îradeya gelê me bişikîne rêbaza şerê taybet xistiye dewrê. Ev hevdîtin wê motîvasyona me ya çalakiyê zêde bike.   Em baş zanin ku di bingeha her destketiyên Gelê Kurd de çanda berxwedanê ya tevgera me heye. Destketî wê ji niha û pê ve jî bi berxwedanê bê afirandin.   Bi navê endamên 'Însiyatîfa Azadî ji Ocalan re' yên li Strasboûrgê di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne, em ê qîma xwe bi piçikên azadiyê nînin. Berxwedana me heta ku tecrîdkirina Rêber Apo bi dawî bibe wê dewam bike. Em bang li gelê xwe dikin ku li dora vê berxwedana li dora Rêber Apo li hev bicive û berxwedanê geş bike."