Nehiştin ku heyeta navneteweyî bi Leyla Guven re hevdîtinê bike 2019-01-13 15:21:45   AMED - Heyeta Navneteweyî ku ji bo çalkiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û girtiyên siyasî lêkolîn bike xwest biçe li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê bi Leyla Guven re hevdîtinê bike negirtin  girtîgehê. Heyeta ku serî li Wezareta Dadê da hîna tu bersîv negirtiye.   Heyetek ji 7 kesên parlamenter, parêzer û rojnamegerên Îngilistanî Îrlandî û Alman pêk tê hat Amedê.  Heyeta ku ji bo lêkolîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokrtîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û ya girtiyên siyasî lêkolîn bike li Amedê ye, piştî ku bi Rêxistina Bajêr ya HDP'ê re hevdîtin kir piştre çû girtîgehê. Heyeta ku çû girtîgehê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Polîsên ku girtîgeh dorpêç kirin destûr nedan ku heyet li cihekî nezî girtîgehê jî bisekine. Piştî niqaşa bi polsan re ji bo ku bê pirsîn bê ka Wezareta Edaletê destûr daye an neydaye parêzer Gulşen Ozbek û tercûmanê heyetê Ceylan Akça bi rêvberiya  girîgehê re hevîdtin kirin.   Li gorî agahiya ku ji rêveberiya girtîgehê hat girtin hat diyarkirin ku ji ber Wezareta Edaletê destûr nedaye heyet nikare bi Leyla Guevn re hevîdtinê bike.