HDP'ê li Dêrikê civîna gel li dar xist 2019-01-13 14:48:02   MÊRDÎN - Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Dêrîkê civîna gel li dar xist. Di civînê de ev peyam hat dayîn: “Hevdîtina ku bi Birêz Ocalan re hat kirin ji bo me kêfxweşiyekî mezin û gavekî girîng bû. Lê  bele ev nayê wê wateyê ku tacrîd hatiye rakirin.”   Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê ji bo balê bikişîne ser grevên birçîbûnê yên bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk  (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrglê Leyla Guven de hatine lidarxistin li navçeya Dêrîkê ya Mêrdînê civîna gel li dar xist. Civîn li avahiya HDP’ê hat li dar xistin. Ristinê HDP'ê û DBP'ê yên bajarê Mêrdînê û navçeyên û gellek welatî tevlî civînê bûn.     Di destpêka civînê de ji bo pakrewanên azadiyê deqeyek rêz hat gititn û piştre Endama MYK’ê ya HDP’ê Semîre Kut axivî. Semîreyê  di destpêka axaftina xwe de behsa wateya tecrîdê kir û got ku  tecrîd tê wê wateya ku tu nikaribî bi tu kesekî re têkiliyeyê daneynî û ev tişt got: “Li cihê tecrîd heye li wê faşîzm heye. Faşîzm jî dibêje yek reng, yek ziman, yek dewlet û yek netew. Îktîdara faşît dixwaze ku gel wek wan binêre û wek wan tevbigere. Pergala faşîzmê pergala bîatê ye û ew jî dixwazin ku hûn ji wan re biatê bikin. Yanî îktîdar dibêje tu dê bibî robotê min min çi xwest tu dê wê bikî.”   ‘Divê kurd yekitiya xwe ava bikin’   Semîreyê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku li Rojava berxwedan û têkoşîneke mezin çêbûye û şoreşek nû tê nivîsand û wiha pêl da axaftina xwe: “ Li Rojhilata Navîn bêyî kurdan çareserî ne pêkan e.  Li Rojhilta Navîn şer û kaosa tê jiyîn. Ji bo   pergala kapîtalîzmê bê tunekirin divê kurd li wir li hebûna xwe xwedî derkevin. Kurd niha ji bo kesên ku hatine talankirin û yên ku  hatine talan kirin û dengê xwe dernaxin têkoşînê didin. Têkoşîn û berxwedana ku li Rojava tê jiyîn ne ji rêzê ye. Dibe ku  carekedin ev derfet tu carî nekeve destê me .Her wiha ev berxwedana Rojava ji bo me fersendeke ku xet û duwarên li Kurdistanê hatine hûnandin hilweşîne û bie çirûska azadiyê. Ji bo vê divê ku her kes li vê berxwedanê xwedî derê.”   ‘Hevdîtina bi Ocalana re hat kirin gellek bi wate ye’   Semîreyê, balê kişand ser hevdîtina ku duh birayê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan pê re ku û got ku hevdîtina duh hatiye kirin gaveke gellek watedare û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema gel berxwendan û xebatekê bike encam derdikeve. Di pêşengiya Leyla Guven de li  tevahiya Tirkiyê de kêfxweşiyek hat jiyîn. Lê belê ve hevdîtina ku bi birêz Ocalan re hat kirin ji bo daxwazên me ne bersiveke. Mafê malbatê bû çûn hevdîtin kirin. Lê bele ev nayê wê wateyê ku tacrîd hatiye rakirin. Ev hevdîtin kêm û qels bû. Em dixwazin ku demek berî demekê ev tecrîd bê rakirin.”   Civîn bi pêşniyaran bi dawî bû.